Şêniyên Dêrikê banga xurtkirina tedbîrên li dijî vîrusa koronayê kirin

Hevserokê Meclisa herêma Dêrikê bang li şêniyan kir ku tedbîrên tenduristiyê pêk bînin û xwe ji vîrusa koronayê biparêzin. Şêniyan diyar kirin ku biryarên ku di vî warî de haitne girtin têrê nakin û banga xurtkirina tedbîran kir.

Şêniyên Dêrikê banga xurtkirina tedbîrên li dijî vîrusa koronayê kirin
Şêniyên Dêrikê banga xurtkirina tedbîrên li dijî vîrusa koronayê kirin
Şêniyên Dêrikê banga xurtkirina tedbîrên li dijî vîrusa koronayê kirin
Şêniyên Dêrikê banga xurtkirina tedbîrên li dijî vîrusa koronayê kirin
Şêniyên Dêrikê banga xurtkirina tedbîrên li dijî vîrusa koronayê kirin
Şêniyên Dêrikê banga xurtkirina tedbîrên li dijî vîrusa koronayê kirin
6 nîsan, 2021   23:41
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Li herêma Dêrikê ya kantona Qamişloyê qedexeya derketina derve ya beşî hat ferzkirin, Şaneya Aloziyê bi wê re dewriyeyên xwe di nava bajêr û sûkan de zêde kirin û şîret li şêniyan dikin ku di gerên xwe di nava sûkan de pêwîsta tedbîran bigirin û maskan bi kar bînin.

Saziyên ku pêwîsteya wan bi berdewama kar heye mîna firin, nexweşxane, navendên tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd bang li şêniyan dikin ku di van cihan de ji hev dûr kevin û maskan li xwe bikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Hawarî tevgera ajokaran û şêniyan ber bi bajêr ve dema tedbîran pêk neyinin, qedexe dikin.

HEMLEYÊN HIŞYARKIRINÊ

/kr/uploads/files/2021/04/06/195237_-.webp

Hevserokê Meclisa Herêma Dêrikê Mihemed Ebdulrehîm ji ANHA`yê re axivî û got, piştî ferzkirina qedexeya derketinê ya beşî, Şaneya Aloziyê ya herêma Dêrikê bang li şêniyan dikin ku tedbîran pêk bînin û xwe biparêzin.

Ebdulrehîm destnîşan kir ku hemleyên hişyarkirinê bênavber berdewam in, heke pêwîst bû jî dê navend û saziyan dezenfekte bikin. Her wiha da xuyakirin ku divê şênî di bin konan û şahiyan de kom nebin û biryarên der barê qedexeyê de pêk bînin.

Ebdulrehîm da xuyakirin piraniya şêniyan biryarên qedexeyê pêk tînin, maskan bi kar tînin û di dema kirîna pêdiviyên xwe de ji hev dûr disekinin.

XEMSARÎ

/kr/uploads/files/2021/04/06/195253_-.webp

Şêniyê bi navê Abdullah Hemze, got şênî belavbûna vîrusê cidî nagirin û tedbîran li gorî tê xwestin nagirin, ji ber wê virus bi awayekî zêde belav dibe. Hemze îşaret pê kir ku tedbîrên hatine girtin têrê nake.

XURTKIRINA ŞÎRETAN

Hemz bal kişand ser tedbîran û got: “Divê bi rêya malperên têgihiştina civakî û kanalên televizyonê û komînan, reklama şîretan û tedbîran xurt bikin. Nexasim hejmara pêkatiyên zêde dibin.“

XURTKIRINA TEDBÎRAN

Hemze di dawiyê de got: “Divê tedbîrên zêde bên girtin, sûk saet di 02:00`an de piştî nîvro bi temamî werin girtin. Ji ber ku saet di 4:00`an de bi awayekî asayî tê girtin. Ji lew re divê asta tedbîran bê xurtkirin.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya girtina tedbîrên li hemberî vîrusê koronayê de di 3`yê Nîsanê de qedexeya derketina giştî li bajarên Qamişlo, Hesek û Reqayê û ya beşî li herêmên din ragihand.

Tê payîn ku biryara qedexeyê heta 12'ê Nîsana 2021`an berdewam bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5V-wuxmFE6s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>