Seroka Komseriya Ewropayê: Hê zû ye ku têkiliyên bi Tirkiyê re baş bibin

Seroka  Komseriya Ewropa Ursula von der Leyen got Ewropa dixwaze têkiliyên xwe bi Enqereyê re baş bike,  lê hîn zû ye.

Seroka Komseriya Ewropayê: Hê zû ye ku têkiliyên bi Tirkiyê re baş bibin
6 nîsan, 2021   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî hevdîtina bi serokkomarê Tirkiye re Recep Teyyip Erdogan re, Ursula von der Leyen ragihand ku Komseriya Ewropa di demeke nêz de ji bo garantiya alîkardayîna ji penaberan re dê pêşniyarekê pêşkêşî dewleta Tirk bike û got, asta pêkanîna lihevkirina penaberan a sala 2016'an ji aliyê Enqereyê ve dê "Niyeta wê ya qenc" eşkere bike.

Serokê Komseriya Ewropayê fikarên xwe der barê biryara dewleta Tirk a vekişîna ji Peymana Stenbolê de anî ziman.

Di salên dawî de nakokiyên di navbera dewleta Tirk û dewletên Ewropayê de der barê gelek dozan de zêde bûn, nexasim di havînê de dema ku dewleta Tirk keştiyek şand da ku piştgiriya erka vedîtina enrjiyê ya di avê de bike ku Qibris û Yewnanistanê yên endamên YE`yê daxwaza wê dikin.

Dema dewleta Tirk her du keştî vekişandin asta nakokiyan kêm bû û ji sala 2016`an ve îsal yekemîn diyalogên deryayê bi Yewnanistanê re çêkir.

Ji ber vê yekê gefên pêkanîna cezayan li Tirkiyê kêm bûn.

(eh)