Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê erd hejiya

Li nêzî bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê erdehejek bi pileya 5.2 pêk hat. Ji ber erdehejê parêzgeha Silêmanî û Helebçeyê jî hejiya.

Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê erd hejiya
6 nîsan, 2021   16:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî zanyariyan, di saetên êvarê de kîlometrek dûrî bajarê Merîwan ê Rohilatê Kurdistanê di kurahiya 10 kîlometran di binê erdê de erdhejek bi pileya 5.2 pêk hat. Erdhej li parêzgeha Silêmani, Helebçe û bajarokên derdora wan hate hîskirin.

Têkildarî ziyanên erdhejê heta niha zanyariyên zelal û fermî nehatine diyarkirin.