​​​​​​​Qebîleya Fedan li dijî êrişên dewleta Tirk banga hevgirtinê kir

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û rêbazên rabûna li hemberî van êrişan, şêx û rûspiyên qebîleya Fedan a Ereb li Eyn Îsayê civiyan.

​​​​​​​Qebîleya Fedan li dijî êrişên dewleta Tirk banga hevgirtinê kir
6 nîsan, 2021   17:09
KOBANÊ

Civîn li gundê Hedla yê 20 dikeve rojavayê navçeya Eyn Îsayê bi beşdarbûna bi dehan şêx û rûspiyên eşîra Fedan, Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD'ê ya kantona Girê Spî Mistefa Muslim, Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid û Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef hate lidarxistin.

Civîn  bi axaftina Hevserokê  Nivîsgeha Têkiliyan a PYD'ê ya kantona Girê Spî Mistefa Muslim dest pê kir. Muslim got: "Gelek mijar hene divê em li ser bisekinin û her tiştên girêdayî herêmê, di serî de êrişên li ser herêmê ye."

Muslim bi domdarî got: "Dibe ku em nikaribin hemû pirsgirêkan çareser bikin, lê piştî guhdarkirina li we em dikarin çareseriyê bibînin. Wekî hûn dizanîn ev 10 sal in herêm di aloziya siyasî re derbas dibe û gel azaran dikişîne. Wekî ku em dibînin li Rojhilata Navîn dewlet bi gelên xwe re eleqedar nabe, hemû serok ji rewşên welat û gelên xwe dûr in, ji sedên salan ve li Rojhilata Navîn xwîn diherike û herêm hîna azadar dikişîne."

Mistefa Muslim bal kişand ser pêşdîtinên rêber Abdullah Ocalan ên derbarê şoreşên gelan de û got: "Sala 2004'an, rêber Abdullah Ocalan di encamên analîzên xwe de gotibû dê şoreşên gel li dar bikevin, beriya 2020'an buhara ereban dest pê kir ku bû şoreşa tevahî gelên herêmê."

Muslim got, di şoreşa  Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi saya hevgirtina pêkhateyan û şopandina xeta neteweya demokratîk û biratiyan gelan gelek destkeftî bi dest xistin.

Muslim banga hevgirtin û yekitiyê li beşdaran kir û wiha got: "Ji ber ku yên ku ji derve hatin û ji aliyê derve ve hatin perwerdekirin komkujî li dijî gelê me pêk anîne. Yên ku ew kesanan derbasî herêmên me kirin, dewleta Tirk a dagirker di nav de ye, ji ber ku dijberiya projeya biratiya gelan dike."

Beşdaran li ser geşedanên li herêmê û navçeya Eyn Îsayê bi taybet nêrînên xwe parve kirin. Piraniya şêx û rûspiyan banga hevgirtinê li hemberî êrişên li ser herêmê kirin.

Li ser mijarê, Berdevkê Fermî yê Meclisa Şêwirî ya Qebîleya Fedan Teysîr El-Efat ji ANHA'yê re axivî û got: "Ev civîn ji bo qebîle û herêmê û ji bo biratiya gelan e. Em li vir in da ku bi rêveberiya heyî ya li herêmê re koordîne bikin. Em ê li ser êrişên li dijî herêmê nîqaş bikin, ji ber ku rewş me hemûyan eleqedar dike, em êrişên ji aliyê dewleta Tirk ve an dewleteke din ve li ser herêmên me red dikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UxMgoCb7seQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>