Çavkanî: Dewleta Tirk ji çeteyên Sûrî xwest ku ji bo şerê li Ukraynayê amade bin

SOHR’ê eşkere kir ku îstîxbarata dewleta Tirk ferman da çeteyên bi navê "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" ku ji bo şerê muhtemel li Ukraynayê amade bin.

Çavkanî: Dewleta Tirk ji çeteyên Sûrî xwest ku ji bo şerê li Ukraynayê amade bin
6 nîsan, 2021   16:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ji çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, tevgera dewleta Tirk li gorî xwesteka ji Ukrayna de hat, ji ber ku serbazên îstîxbaratê ya Ukrayna di dema civîna wan bi serbazên dewleta Tirk re ya hefteya borî de ev yek ji wan xwest. Li gorî heman çavakiyan di civînê de, îstîxbarata dewleta Tirk biryar da, ku gelek pêngavên pêk bînin û li gel Ukrayna bisekinin.

Çavkaniyekî nêzî çeteyan ji El-Nehar El-Arebiyê re got, piştî perspektîfên dewleta Tirk gihaştin serçeteyan, serçeteyan lez da  amadekariyên ji bo birsivdana fermanên dewleta Tirk pêk bînin.

Çavkanî da zanîn ku navendên qeydkirinê yên nepenî, ji bo tomarkirina navên çeteyên ku dixwazin biçin Ukrayana hatin vekirin.

Li gorî çavkaniyan, Enqere bi jinûve dayîna mûçeyên çeteyan û perspektîfên ji bo amadekirina ji çi rewşeke awarte li eniya Ukraynayê bes nedît, lê belê bi rêya navbeynkarên ku pê re hevkar in agahî belav kir ku dê peymana Ukrayna ji yên berê ku ji bo şandina çeteyan li eniyên Lîbya û Qerebaxê ji aliyê madî ve zêde bin.

Li gorî agahiyên ku di navbera wan navbenkaran de hatine belavkirin, her çeteyekî ku biçe Ukrayna dê mehê 4 hezar dolar amerîkî wergire û erka wan çeteyan jî ew e li ser sînorê Ukraynayê ku di bin gefên Rûsyayê de ye, şer bikin.

Çavkaniyan eşkere kir ku li gorî girîngiya nakokiya Rûsya û Ukraynayê û xeteriya wê, karekî bi lez û bez ji bo şandina beşa yekemîn a çeteyan ku ne kêmî 7 hezar çete bin, tê amadekirin da ku kengî were xwestin bişîne.

Ji destpêka 2014’an ve li bergireva Kirim, piştî ku hêzên çekdar ên Rûsyayê serwerî lê kir, krîzeke siyasî heye. Dûvre referandomeke hat çêkirin û bergireva Kirim tev li Federaliya Rûsyayê bû, bi wê re Ukrayna û civaka navneteweyî ev yek bi dagirkeriyê, binpêkirina li serweriya Ukrayna û yekitiya xaka wesifand.

Ukrayna ji nuqteyên nakokiyê yên bingehîn e ku hîna jî hevkariya rûsî-tirkî ku di 2016’an de ye. Hevkariya her du welatan bi şerê li Sûriyê re bû yek.

(fr)