Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 279 kesên din bi covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 279 kesên din bi covid-19 ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 279 kesên din bi covid-19 ketin
6 nîsan, 2021   11:22
NAVENDA NÛÇEYA

 Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa daxuyand ku kesên jiyana xwe ji dest daye du jin û du mêrên ji Qamişlo ne.

Mistefa piştrast kir ku li herêmê 279 nexweşên din ên Koronayê hatine tesbîtkirin, ew jî 167 mêr, 112 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 34

Qamişlo: 87

Dêrik: 27

Girkê Legê: 1

Dirbêsiyê: 13

Kobanê: 4

Reqa: 17

Minbic: 2

Dêrazor: 57

Tebqa: 37

Mistefa diyar kir ku 6 nexweş baş bûne.

Bi van daneyan, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 11 hezar û 92 kes bi Koronayê ketine, ji wan 400 kesî jiyana xwe ji dest daye û hezar û 340 kes baş bûne.

(cx)