Şêxê qebîleya Şerabîn Salih Beşar El-Deham wefat kir

Duh şêxê qebîleya Şerabîn, Salih Beşar El-Deham bi temenê 81 saliyê jiyana xwe ji dest da. El-Deham wê li goristana El-Xeyam a başûrê Til Hemîsê bê veşartin.

Şêxê qebîleya Şerabîn Salih Beşar El-Deham wefat kir
6 nîsan, 2021   08:00
 QAMIŞLO

Duh şêxê qebîleya Şerabîn Salih Beşar El-Deham li navçeya Til Hemîsê jiyana xwe ji dest da.

Şêx Salih Beşar El-Deham sala 1940`î li gundê El-Terahiyê yê başûrê navçeya Til Hemîsê jidayîk bû. Piştî bavê xwe Beşar El-Deham, ji destpêka sala 1980`î de ew wekî şêxê qebîleya Şerabîn a li Sûriyê û Iraqê hate hilbijartin. El-Deham bi exlaq, aqilmendî û zanabûna xwe tên nasîn.

Ji eşîrên girêdayî qebîleya Şerabîn, eşîra El-Taha ku dabeşî 6 şaxan dibe“El-Hisên, El-Esaf, El-Xenafir, El-Ziyab, Dahir, El-Kirês”.

Eşîrên din ên girêdayî Şerabîn ev in: El-Ubêd, El-Bo Xalib, El-Hemdûn, El-Bo Mihemed, El-Bo Salih, El-Bo Macid, Sûd, El-Kibêşat, El-Bo Xad, El-Welî, El-Bo Mesra.

Beriya ku wefat bike, şêx Salih Beşar El-Deham şêx û rûspiyên qebîleya Şerabîn û qebîleyên din ên herêmê kom kirin û kurê xwe yê mezin Newaf Salih Beşar wekî şêxê qebîlê diyar kir.

(cx)

ANHA