Wezareta Derve ya Amerîkayê ceza li ser Tirkiyê birî

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê biryara ferzkirina cezayan li ser Desteya Pîşesaziyên Parastina Tirkiyê SSB, ji ber lihevkirinên wê bi beşa parastinê yê Rûsyayê re yên girêdayî kirîna sîstema S-400, da.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ceza li ser Tirkiyê birî
6 nîsan, 2021   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Cathimrini ya Yewnenistanê, ji ber redkirina Enqere ya ji devberdana ji moşekên S-400 ên Rûsyayê, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê cezaya li ser Desteya Pîşesaziyên Parastina Tirkiyê û 4 berpirsên wê ferz kir.

Wê li ser Alîkarê Serokê Sanayiya Parastinê ya Tirkiyeyê Farûk Yîgît, Midûrê Koma Serokatiya Daîreya Parastina Hewayî û Fezayê ya Serokatiya Sanayiya Parastinê ya Tirkiyeyê Mûstafa Alper û derbarê Serokê Daîreya Parastin û Fezayê ya Hewayî Serhat Gençoglû, werin ferzkirin.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê diyar kir ku di çarçoveya qanûna CAASTA de wê ceza li ser Tirkiyeyê di 7’ê Nîsanê de were destpêkirin.

(bx)