`Şano dayîka huneran û neynika civakê ye`

Kawa Fetah şano wek dayîka huneran û neynika civakê bi nav kir û got divê hezkiriyên şanoyê gavên çalak biavêjin ku rastiya hezkirina xwe ya bi vê hunerê îsbat bikin.

`Şano dayîka huneran û neynika civakê ye`
6 nîsan, 2021   07:56
QAMIŞLO-YARA MIHEMED

Mîhrîcana 5`an a Yekta Herekol a Şanoyê di 27`ê Adarê de bi hilbijartina 9 şanoyan ji 23 şanoyan ji aliyê komîteya nirxandinê ve dest pê kir. Tê payîn ku mîhrîcan di 6`ê Nîsanê de bi dawî bibe.

Lê ji ber ku vîrusa Koronayê û ragihanda qedexeyê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, biryar hat dayîn ku mîhrîcan roja duşemê ango duh bidawî bibe.

Têkildarî nirxandina komîteya nirxandinê ya mihrîcanê, endamê komîteyê Kawa Fetah diyar kir ku şano li gorî pirrengiyê û erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin.

Komîteyê bi vê yekê xwest ku derfet li pêşiya gelek berheman vekin ku nikarîn di mewsimên borî de tev lê bibin. Îsal ji komên şano ji Reqa û navçeya Til Koçerê beşdarî mîhrîcanê bûn.

Mihrîcana îsal bi tevlêbûna tîmên jinan cuda bû. Du tîmên jinan yek girêdayî Kevana Zêrîn ku şanoya "Aştiya li ser baskên çûkan" pêşenda û tîma Tolhildan Xweser ku şanoya "Qêrîn" pêşenda.

Der barê vê mijarê de Kawa Fetah diyar kir ku dozên civakî, azarên civakê ji ber şer û aloziyê, koçberî û guhertina demografîk a ku li herêmên dagirkirî rû didin û rewşa koçberan di nava kampan de, bûn mijara şanoyan.

QIRKIRINA ÇAND

Her civakek xwedî çandeke cuda pê tê naskirin. Gelê Kurd jî ji gelên ku xwedî mîraseke çandî ya zengîn e. Lê desthilatan û kapîtalîzmê bi tevahiya rêbazan hewl dan çanda gelê Kurd tune bikin, ji ber ku çand nasname û hebûna her civakekê ye.

Ji ber wê di hinek aliyên bingehîn ên çandê de mîna şano bi pêş neket. Lê gelê Kurd ji bo parastina şanoya kurdî liber xwe da û hîna jî di berxwedana de bi îsrar e.

Fetah da xuyakirin ku şanoya kurdî xwedî girîngiyeke mezin û bondereke diyar li ser cîhanê ye. Fetah anî ziman ku derfetên kêm, dagirkirina herêmên kurdî, qirkirina çanda kurdî ji aliyê pergalên desthilatdar ve roleke mezin di paşdeçûna hunera şanoyê de lîst.

Têkildarî asta şanoyên li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê Fetah piştrast kir ku her du jî bi rêya pêşxistina hunera derhêneriyê û nivîsandinê gelek pêşketî ne. 

Fetah destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşxistina şanoyê heta ku bigihêje asta cîhanê gelek xebat tê kirin. Fetah diyar kir ku Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol ji bo danasîna şanoya kurdî hatiye veqetandin û nîşaneya balkêşî û eleqedariya bi çanda kurdî re ye.

Fetah got: “Şano neynik û rengvedana çand û şaristaniya her civakekê ye. Roleke giring di parastina çand û dîrokê de  dilîze."

REXNEYÊN WÊJEYÎ

Der barê nêrînên komîteya nirxandinê ku ji 6 endamên pispor û akademisyanên şanogerî pêk tê, Fetah diyar kir ku komîteyê şano bi rêya diyalog û peyamê wê, nirxand  û wiha berdewam kir: " Rola lîstokvanan de, dîkor, xebata hevbeş û derhener jî di ber çavan re hate derbaskirin."

Tê payîn ku komîteya nirxandinê civînekê bi tîmên şanoger re ku şano pêşkêş kirine lidar bixe da ku di demên pêş de şaştiyan derbas bikin û bi awayekî baştir şanoyan pêşkêş bike.

Kawa Fetah da zanîn ku divê giringiyek ji şanoyê re were nîşandan,  da ku bibe lêvegera nifşên pêşerojê.

Mîhrîncana Yekta Herekol a 5`emîn bi nirxandina şanoyan, belavkirina xelatan li tîmên ku bi ser ketin duh bi dawî bû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SY5Cn07ZnAA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>