Cezayên Amerîkayê yên li ser Tirkiyê dê di 7’ê Nîsanê de dest pê bikin

Ji ber pergala parastina hawayî ya S-400 a ku dewleta Tirk ji Rûsyayê kirîbû, DYA biryar dabû ku li dijî Tirkiyê cezayan ferz bike. Ev ceza dê di 7’ê Nîsanê de were pêkanîn.

Cezayên Amerîkayê yên li ser Tirkiyê dê di 7’ê Nîsanê de dest pê bikin
6 nîsan, 2021   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezareta Karê Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kir ku di çarçoveya qanûna CAASTA de wê di 7’ê Nîsanê de cezayan li ser Tirkiyê ferz bikin.

Di çarçoveya qanûnê de der barê Serokatiya Sanayiya Parastinê ya Tirkiyê, serokê wê Îsmaîl Demîr û 3 rayedarên wê de biryara hatibû dayîn.

Her wiha di vê çarçoveyê de wê der barê alîkarê serokê Sanayiya Parastinê ya Tirkiyê Farûk Yîgît, Midûrê Koma Serokatiya Daîreya Parastina Hawayî û Fezayê ya Serokatiya Sanayiya Parastinê ya Tirkiyê Mûstafa Alper de û der barê serokê Daîreya Parastin û Fezayê ya Hawayî Serhat Gençoglû ceza werin ferzkirin.

Wê îxracata Serokatiya Sanayiya Parastinê ya Tirkiyê ya ji bo Amerîkayê were qedexekirin, hesabên Demîr û yên 3 xebatkaran were sekinandin û vîzeya wan jî were sînordarkirin. Biryara van pêkanînan di meha Kanûnê de hatibû dayîn.