Şêniyên Keramê şehîd Sîham El-Şenan oxir kirin

Şêniyên bajarokê Keramê duh cenazeyê şehîd Sîham El-Şenan li goristana şehîdan a li bajarokê El-Cidêdat a rojhilatê Reqayê oxir kirin.

Şêniyên Keramê şehîd Sîham El-Şenan oxir kirin
6 nîsan, 2021   07:38
 REQA

Roja înê dema şehîdekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Keramê yê rojhilatê Reqayê dihat oxirkirin, çeteyên DAIŞ`ê bi mayînan karwanekî erebeyan kir hedef û di encamê de endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Sîham El-Şenan şehîd bûbû.

Di merasîma oxirkirinê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn toraneke leşkerî li dar xistin, tê de fermandariya giştî yên hêzên li Reqayê û hejmareke nûnerên rêveberiyên sivîl û saziyên leşkerî amade bûn.

Bi navê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Sîvan Reqa axivî û sersaxî ji malbata şehîd Sîham û hemû şehîdan re xwest.

Sîvan daxuyand ku armanca dijminan têkbirina vîna jinên azad e û teqez kir ku ew ê li ser fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bimeşin.

Piştre Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê wesîqeta şehîd Sîham radestî malbata wê kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd Sîham El-Şenan li goristana şehîdan a li bajarokê El-Cidêdat a rojhilatê Reqayê hate oxirkirin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DUQNM2KP-ZQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>