Bîlançoya karesata li Endonezya û Tîmor a Rojhilat giran dibe

Hejmara qurbaniyên lehiyê û şemitîna erdê li Endonezya û Tîmor a Rojhilat 150 derbas kir.

Bîlançoya karesata li Endonezya û Tîmor a Rojhilat giran dibe
6 nîsan, 2021   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Karesata lehiyê li giravên navbera girava Flores a Endonezyayê û Tîmor a Rojhilat bû sedema kaosê. Bi hezaran kesî malên xwe terikandin û berê xwe dan stargehan.

Ji ber barana zêde rezervên avê bilind bûn û bi hezaran mal li ber avê ketin.

Li gorî daxuyaniya navenda rêveberiya afetê ya Endonezyayê, di felaketê de ya li gelek giravên nêzî Tîmor a Rojhilat xist, 130 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li Tîmor a Rojhilat jî 27 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li rojhilatê girava Floresê ya Endonezyayê, bi dehan mal, rê û pir di nava heriyê de man. Vê yekê karê rizgarkirinê yê tîmên rizgarkirinê zehmet kir.

Li girava Lembata ya navbera Flores û Tîmorê rê asê bûn. Rayedaran bi wesayitên şantiyeyê dest bi vekirina rê kirin.

Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ew amade ne piştgiriyê bidin Tîmor a Rojhilat.

Li komgiravên Endonezyayê şemitîna erdê û felaketên lehiyê yên ji nişka ve diqewimin, gelek caran rû didin.

Hawirdorparêz nerazîbûnê nîşan didin ku birîna daran û talankirina daristanan dibin sedema felaketên bi vî rengî.

Meha Çileyê li bajarê Sûmedang ê rojavayê girava Cavayê ji ber felaketa lehiyê 40 kesî jiyana xwe ji dest dabû.

Ji ber lehiyê her wiha du navendên karantînayê yên mirovên bi covid-19 lê diman û laboratûwara neteweyî jî zerar dîtine.

(cx)