Rojbûna rêber Ocalan li Şamê hate pîrozkirin

Bi sedan şêniyên taxa Zorava ya Şamê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Rojbûna rêber Ocalan li Şamê hate pîrozkirin
Rojbûna rêber Ocalan li Şamê hate pîrozkirin
Rojbûna rêber Ocalan li Şamê hate pîrozkirin
Rojbûna rêber Ocalan li Şamê hate pîrozkirin
Rojbûna rêber Ocalan li Şamê hate pîrozkirin
Rojbûna rêber Ocalan li Şamê hate pîrozkirin
4 nîsan, 2021   15:59
ŞAM

Piştî deqeyek rêzgirtin, bi navê Kongreya Star endama rêveber Berҫem Yûsif rojbûna rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelan pîroz kir û got:'' Jidayîkbûna rêbertî ji gelê Kurd û tevahî gelên bindest re bûyîna azadî, demokrasî û aşîtiyê ye. Her wiha rêbertî ji bo rizgarkirina bindestan û jinan ji koletiyê hat, ji ber ku rêbertî girîngiyeke mezin da pirsgirêka jinê, ji ber ku azadiya jinan bingeha çareserkirina pirsgirkên civakê ye."

Berҫem Yûsif destnîşan kir ku armanca Komploya Navneteweyî  ya li dijî rêber Abdullah Ocalan têkbirina ramanê wî bû.

Berҫem di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê têbikoşin heta ku rêbertî azad bikin û got azadiya rêbertî azadiya tevahî gelan e.

Di nava ҫalakiyê depirtûkxaneyekê ji pirtûkên rêber Abdullah Ocalan hate vekirin.

Her wiha helbestên ser rêber Ocalan hatin xwendin.

Şahî bi gerandina govendan li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(dm)

ANHA