Şêniyên Kobanê û Minbicê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir

Bi sedan şêniyên herêma Firatê bi diruşmeya "Dem dema azadiya rêber Apo" rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir. Komîteya Jingehê ya Minbicê baxçeyê "Aştiyê" vekir.

Şêniyên Kobanê û Minbicê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir
Şêniyên Kobanê û Minbicê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir
Şêniyên Kobanê û Minbicê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir
Şêniyên Kobanê û Minbicê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir
Şêniyên Kobanê û Minbicê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir
Şêniyên Kobanê û Minbicê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir
Şêniyên Kobanê û Minbicê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir
Şêniyên Kobanê û Minbicê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir
4 nîsan, 2021   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên herêma Firatê li gundê Elpelor li ber mala ku rêber Abdullah Ocalan serdan kiribû, rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir. Gundê Elpelor 4 km dikeve rojavayê bajarê Kobanê.

Endam û nûnerên rêveberiya xweser, partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl û leşkerî û mêvanên ji Meclisa Sivîl a Reqayê beşdarî şahiyê bûn.

Cihê şahiyê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Bê serok jiyan nabe", "Hûn nikarin roja me tarî bikin" û "Azadiya rêbertî azadiya me ye" hatibû xemilandin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star Raperîn Dêrik axivî û got: "Em vê roja li tevahî têkoşer, jin ciwan û berxwedêrên di gireva birçîbûnê di girtîgehên dewleta Tirk de, têkoşerên ku giyanê xwe dane ku me bighînin azadiyê di serî de têkoşer Mezlûm Dogan, Kemal Pîr, Mahsûm Korkmaz û gerîlayên li serê çiya pîroz dikin."

Raperîn Dêrik diyar kir ku gelek kesan hewl dan vê rojê tune bikin, lê ev roj bûye rastiyek. Raperîn bang li hemû jin û ciwanan kir ku serî hildin û got: "Ji ber ku dem derbas dibe, dem dema ku em deriyê girtîgeha Îmraliyê bişkînin."

Endama Kongreya Star a Herêma Firatê Madîn Şêx Xidir peyama pîrozkirina salvegera damezirandina YPJ'ê xwend, tê de salvegera damezirandina YPJ'ê pîroz kir û got: " Em soz dikin ku dê sala 2012'an bibe sala azadiya rêber Apo û tevahî gelên bindest û got:" Em wekî şervanên rêber Abdullah Ocalan dibêjin ku şerê me yê li dijî dewleta Tirk heta dilopa dawî berdewam e."

Di şahiyê de, hevserokê Komîteya Têkiliyan a PYD'ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa jî axivî û wiha got: "Rojbûna rêbertî rojbûna îradeya azad e. Em vê rojê li gelê Kurd ê ku azarên parçebûn û îxanetê kişandina pîroz dikin. Meha Nîsana 1949'an meha xêrê ji gelê me re ye."

 Her wiha hevserokê Meclisa Giştî ya bajarê Reqayê Lûey El-Îsa jî got, rojbûna rêbertî rojbûna dîroka nû ji gelên Rojhilata Navîn re ye, rojbûna felsefeya avakirina mirovekî azad û civakeke exlaq û polîtîk e  û wiha domand: "Rojbûna rêber Ocalan di mehên herî pîroz ê salê de hat ku xweza xwe bi rengên xwe yên herî bedew dixemîle, rêbertî bi hezkirina xwe ji xweza, mirovahî, ekolojiya, dar û çandiniyê tê naskirin. Felsefeya rêbertî ji bo azadkirina civakê ji danhevên hezarên salan ên zihniyeta baviksalarî ya desthilatdar û bandora wê ye û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên xwendina durist a ji vê rojbûna nûjen e."

Piştî axaftinan, Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê beşdarên serkeftî yên pêşbirka bazdanê ya ku Akademiya Civaka Demorkatîk vê sibehê bi boneya 4'ê Nîsanê  dabû destpêkirin, xelat kir.

Di dawiyê de Koma Barîn û Koma Hedlîn ên girêdayê navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido stran pêşkêş kirin.

Şahî bi diruşmeyên banga azadiya rêbertî û rakirina tecrîdê bi dawî bû.

MINBIC

Komîtya Jîngehê ya bajarê Minbic û gundewarê wê bi koordîneya Komîteya Şaredariyan baxçeyek bi navê "Aştiyê" li rojhilatê bajêr vekir.

Endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û saziyên taybet ên jinan beşdarî merasîmê vekirina baxçeyê bûn.

/ar/uploads/files/2021/04/04/135745_asya-alhsyn.webp

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Endama Komîteya Azadiya Rêbertî ya Minbicê Asya El-Hisên axivî  û wiha got: "Em rojbûna ronakbîr û fîlozof Abdullah Ocalan pîroz dikin ku hîna di girtîgehên Tirkiyê de di mercên zehmet de ye. Em keda rêbertî û ramanê wî yên girêdayî yekitiya gelan û çarenûsa wan a hevpar, girêdayî wê hewldanên reşkirina van têkiliyan da ku nakokî û fitneyê di navbera gelan de biafirînin, ji bîr nakin."

/ar/uploads/files/2021/04/04/135803_abyr-dada.webp

Hevseroka Komîteya Jîngehê ya Minbicê Ebîr Dada jî got: " Bi boneya rojbûna afrînerê aştiyê rêber Abdullah Ocalan me ev baxçe bi navê Aştî vekiriye."

Dayika şehîd Zagros, Celîla El-Elî deriyê baxçe vekir. Beşdaran bi dehan dar lê çandin.

ANHA