'Rojbûna rêbertî rojbûna mirovahî û kesayeta azad e'

Beşdarên pîrozbahiya rojbûna rêber Abdullah Ocalan a li navçeya Fafînê ya Şehbayê gotin: "Rojbûna rêbertî ji mirovahî û dîrokê re rojbûneke nû ye, bi saya fikir û felsefeya rêbertî dê aştî û biratî li tevahî cîhanê belav bibe."

'Rojbûna rêbertî rojbûna mirovahî û kesayeta azad e'
4 nîsan, 2021   16:25
ŞEHBA – LÎNDA ŞÊX

Kongreya Star bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan şahiyek bi diruşma "Dem dema azadiyê ye, azadiya rêbertî azadiya mirovahiyê ye" li qada dibistana Siwaqa ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li dar xist.

Der barê girîngiya vê rojê de beşdarên pîrozbahiyê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

/ar/uploads/files/2021/04/04/142255_shyryn-hsn.webp

Berdevka Kongreya Star a kantona Efrînê Şirîn Hesen got, 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan û wiha domand:  "Em tevgerên jin me ev şahî organize kir, rojbûna rêber Ocalan mîna rojbûneke mirovahî û kesayeta azad e, ji ber ku fikir û felsefeya rêber Apo ne tenê ji bo gelekî ye, lê belê ji bo tevahî gelan e."

Şirîn got: "Em jin bi fikir û felsefeya rêbertî ve girêdayî ne, ji ber ku fikirê wê rihê azadî  û naskirina wateya rastiya rêbertî, jiyana hevbeş di nava civakê de da. Em ê şopdarên xeta wî bin û heta azadkirina wî em ê çalakiyan li dar bixin."

Şirîn Hesen anî ziman ku felsefeya rêber Abdullah Ocalan felsefeyeke gerdûnî ye, her kesên dizane ku ev felsefe ya tekane ye ku dikare pirsgirêkên tevahî gelan çareser bike û got: "Em dibînin ku tevahî gel rojbûna rêbertî pîroz dikin, ku wekî rojbûna xwe bi taybet rojbûna jinan dibînin."

/ar/uploads/files/2021/04/04/142317_jmah-kalw.webp

Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Cemal Kalo anî ziman ku rojbûna rêbertî rojbûneke nû ji bo mirovahiyê, dîrok û ekolojiyayê, rojbûna hezkirin û aştiyê ye, bi fikirê biratiya gelan ku rêbertî pêşkêş kiriye dê aştî û biratî li tevahî cîhanê belav bibe.

Kalo axaftina xwe wiha domand: "Bi beşdarbûna hemû pêkhateyên kantona Şehbayê ji Ereb, Kurd û Tirman em vê rojbûnê pîroz dikin. Piştî naskirina fikirê rêbertî me dît ku guhertinên mezin li kantona Şehbayê çêbûn, ji ber ku berê rêjîma Baasî her tim hewl dida fitne û nakokiyan di navbera pêkhateyên êşîran de derxîne."

Cuma Kalo anî ziman ku fikirê rêber Apo ji pirsgirêkên tevahî pêkhateyan re çareseriya herî guncaw e û wiha pê de çû: "Em dibînin ku tevahî pêkhate di nava meclis û komînekê de cih digirin û mil bi mil beşdarî  çalakiyan dibin. Ev fikir hezkirin, biratî û ewlehî di nava gelan de afirand. Em bi herêmên xwe kêfxweş û serbilind in ji ber ku di encamên pêkanîna fikirê rêber Ocalan de bûne yên herî ewle."

/ar/uploads/files/2021/04/04/142344_dalya-hnan.webp

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Daliya Henan rojbûna rêber Ocalan li tevahî gelên cîhanê pîroz kir û got, rojbûna rêbertî  ji tevahî gelên bindest, bi taybet ji jinan  re roja azadiyê ye, her wiha destnîşan kir ku Ocalan di lêgerîna li azadiya jinan  de berdewam e.

Daliya Henan axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet jinên Kurd bi saya ramanê rêbertî me hebûn û nasnameya xwe nas kirin û me armancên xwe di civakê de pêk anîn. Em ê têkoşîn û çalakiyên xwe bidomînin heta ku rêber Abdullah Ocalan azad bikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NxGHkyFrcVQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>