Nûrî Mehmûd: Divê civaka navneteweyî erka xwe ya ji bo kampa Holê pêk bîne

Nûrî Mehmûd bal kişand ser girtina serçeteyên di kampa Holê de û bang li civaka navneteweyî kir ku bi erka xwe rabe û dawî li xetereya li ser kampê bîne. Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku operasyonên ewlehiyê têra bidawîkirina vê xetereyê nakin.

Nûrî Mehmûd: Divê civaka navneteweyî erka xwe ya ji bo kampa Holê pêk bîne
3 nîsan, 2021   06:03
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Duh qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û  Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 28`ê Adarê de li kampa Holê dabû destpêkirin, bi dawî kir. Operasyon ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD, YPG û YPJ`ê ve tê meşandin û bi dehan çeteyên DAIŞ`ê yên ku di nava şaneyên li hundirê kampê de bûn, girtin.

Berdevkê fermî yê YPG'ê Nûrî Mehmûd rêveçûna operasyê ji ANHA'yê re nirxand.

Nûrî Mehmûd wiha dest bi gotinên xwe kir: "Kampa Holê mezin e, bi rûbera xwe wekî rûbera bajarê Kobanê û Dêrikê ye, erka operasyona ewlehiya ya  li hundirê wê zehmet e, lê hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi tecrubeya xwe û  tevî  derfetên xwe, karî armanca operasyonê pêk bîne û karîn bi cidiyet kampê ji çeteyan paqij bikin û di dawiyê de em dikarin bêjin ku di demekê de ku em azara hişmendiya terorîstên DAIŞ`ê yên li kampê  dikişînin û di demekê de ku hewl da  hin armancan veşêrin, ji sedî 80 me armancên plankirî pêk anîn.”

ꞌXETEREYA HEYÎꞌ

Mehmûd diyar kir ku xetereya kampa Holê ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê hene, bi operasyoneke ewlehiyê bi dawî nabe û wiha pê de çû: “Em dikarin bibêjin ku xetere heye û berdewam dike. Di pratîkê de me operasyonên ewlehiyê pêk anîn, lê hişmendiya li kampê bi dawî nebûye, bi rêya operasyona ewlehiyê bi tenê dê bi dawî nebe, hişmendî berdewam dike û xetereya wê heye, divê tedbîrên mezintir werin girtin, ji ber ku operasyona ewlehiyê bi tenê têra têkbirina wê nake."

'TEDBÎREKE DEMKÎꞌ

Nûrî Mehmûd da zanîn ku operasyona tedbîreke demkî ye, da ku hinekî sûcên ku di demên dawî de li kampê çêdibûn, sivik bibin û diyar kir ku ji bo dawî li pirsgirêka DAIŞ`ê ya li kampê were, pêwîstî bi qonaxên zêdetir heye.

Nûrî Mehmûd diyar kir ku kampa Holê barê Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî giran kir û got: "Malbatên DAIŞ`ê yên di kampa Holê de pirsgirêkeke navneteweyî ye û ev bar heta roja îro li ser milê Rêveberiya Xweser û gelê herêmê ye."

Nûrî Mehmûd di berdewama gotina xwe de destnîşan kir ku tevî ku cîhan û civaka navneteweyî heta roja îro bi awayekî fermî, çi li ser qada siyasî yan jî dîplomatîk yan jî aborî, nêzî vê pirsgirêkê nebûye, lê rêveberî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê vî barî radikin.

Her wiha diyar kir ku ruxmî vê yekê jî herêm û gelên wê bi rêya rêveberiyên xwe yên xweser û saziyên ewlehiyê û leşkerî vê operasyonê serkeftî dikin.

HEWLDANÊN TÊKBIRINA OPERASYONÊ

Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd bal kişand ser hewldanên têkbirina hemleyê yên li gelek nuqteyên kampê û got: "Tedbîrên ku hêzên beşdarî operasyonê bûne, ew hewldan têk birin. Hemûyan ji bo ku hemle encamdar be bi hev re kar kirin."

Nûrî Mehmûd wiha dewam kir: "Her kesî roleke baş lîst, di nava 5 rojan de bê navber bi erka xwe rabûn. 5 hezar endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şervanên me ji bo paqijkirina kampê, kontrolkirina niştecihên kampê û qeydkirina agahiyên der barê wan de li gotî ku tê xwestin, xebitîn."

QONAXÊN DIN

Berdevkê YPG`ê da zanîn ku qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bi dawî bû, lê ew dê di demên pêş de dest bi qonaxên din bikin. Têkildarî erka ku tê xwestin da ku xetereya li kampa Holê bi dawî bibe, erka ku ji civaka navneteweyî û dewletên ku hemwelatiyên wan li kampê hene, Nûrî Mehmûd got: "Mijara DAIŞ`ê û kampa Holê pir girîng e. Divê cîhan û civaka naveteweyî bi awayekî cidî, qanûnî û exlaqî nêzîkî vê mijarê bibin. Ji ber ku kesên li kampa Holê bi gelemperî ji malbatên rêxistina terorîst DAIŞ`ê ne anku kesên ji herêma Baxozê derketine."

Nûrî Mehmûd ev yek li gotina xwe zêde  kir: "Em li malbatên DAIŞ`ê yên li kampê dinêrin ku ew sivîl in û di nav wan de zarok hene, lê ew xwedî hişmendiyeke tundraw in û pir xetere ne, di bin navên kufir û ji ol derketinê de bûyerên kuştinê pêk tînin. Ev nexweşiyeke derûnî ye."

Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku pêwîstî pê heye ku ji aliyê hişmendî, fikrî, qanûnî û mafnasî ve nêzî van kesan bibin, da ku ev xetere ji holê rabe.

LI KAMPÊ DADGEHÊN DAIŞ’Ê

Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd di berdewama gotina xwe de xuya kir ku malbatên DAIŞ`ê yên li kampa Holê komîteyên hisbê û dadgehên şerî ava kirine û biryaran didin. Di pêvajoya 3 mehên destpêka vê salê de zêdetirî 47 kes bi çek û alavên tûj qetil kirine.

Nûrî Mehmûd sûcên ku têne kirin, wiha wesif kirin: "Sûcên mezin di vê kampê de pêk tên. Ji ber derfetên kêm û ji ber ku civaka navneteweyî têkildarî vê yekê bi erka xwe ranabe û heta xwe dûrî vê yekê dike, ev malbat nayên kontrolkirin. Di encamê de mixabin ev asoyeke teng e û xwendineke şaş a ji pêşerojê re ye."

GIHANDINA ÇETEYAN

Nûrî Mehmûd bal kişand ser hişmendiya DAIŞ`ê ya ku zarok li ser têne perwerdekirin û got:  Piraniya niştecihên kampa Holê zarok in. Ev zarok li ser fikirên tundraw ên DAIŞ`ê têne perwerdekirin. Heke ev yek di nava kampê de berdewam bike, dê terorîstên mezin ji wan zarokan derkevin."

Nûrî Mehmûd bang li civaka navneteweyî kir ku bi awayekî cidî, li gorî destûrên welatên xwe û li gorî peyman û lihevkirinên navneteweyî nêzîkî vê mijarê bibin. Her wiha piştrast kir ku ji bo tunekirina vê xetereyê divê her dewletek hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î bibe û darizîne.

Di dawiyê de berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd got pirsgirêka kampa Holê û niştecihên wê pirsgirêkeke navneteweyî ye, divê kes xwe jê nee alî. Bi hezaran rêbaz hene ku ev pirsgirêk çareser bibe.

(eh)

ANHA