​​​​​​​'Dewleta Tirk bi darizandina Çîçek Kobanê qanûnên navneteweyî bin pê kir'

Endama Serdozgeriya Giştî ya Herêma Firatê got, dewleta Tirk bi darizandina Çîçek Kobanê qanûnên navneteweyî bin pê kir. Her wiha got, divê Tirkiye ji ber van binpêkirinan were cezakirin û Çîçek Kobanê vegerîne Sûriyê.

​​​​​​​'Dewleta Tirk bi darizandina Çîçek Kobanê qanûnên navneteweyî bin pê kir'
3 nîsan, 2021   01:37
KOBANÊ-MEYSEA EKARÎ

Desthilata Tirk di rûniştina dawî ya beriya du hefteyan de, cezayê muebet da şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê . Çîçek Kobanê di êrişa artêşê dewleta Tirk a dagirker ên sala 2019'an li dijî gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê de birîndar bûbûn, ji hêla çeteyên dewleta Tirk ve dîl hate girtin.

Nêzî sê heftan berê piştî birîna cezayê, desthilata Tirkiyê ji ber sedemên nediyar nehişt ku Çîçek Kobanê bi telefonê bi malbata xwe re biaxie ku berê hefteyê carekê bi pê re diaxivî.

Li ser mijarê, endama Serdozgeriya Giştî ya Herêma Firatê Nînewa Salih got: "Li gorî qanûnên navneteweyî mafê dewleta Tirk tuneye ku Çîçek Kobanê darizîne, ji ber ku Çîçek hemewlatiyeke Sûrî  ye û wekî sivîl ji hêla çeteyan ve hate girtin piştre radestî desthilata Tirkiyê hate kirin. Ya herî girîng Çîçek şerê dewleta Tirk nekir û tu şaştî yan gef li ewlehiya Tirkiyê nexwar."

Nînewa Salih destnîşan kir ku dewleta Tirk bi darizandina Çîçek Kobanê û birîna cezayê muebet qanûnên navneteweyî di nava bêdengiya navneteweyî de bin pê kir.

Her wiha diyar kir ku ji ber van binpêkirinnan divê dewleta Tirk were muhasebekirin û cezayê li Çîçek Kobanê were betalkirin.

Li gorî gelek raporên rêxistinên mafên mirovan, welatiyên Sûriyê dibin xaka Tirkiyê û li dadgehên Tirkiyê têne darizandin, lê ew kes tu sûc li dijî welatiyên Tirkiyê nekirine û ziyan negihandine melkên wan, lê li gorî qanûnên dewleta Tirk têne cezakirin.

Li gorî  madeya 49'an a peymana Cinêv 4 û protokolên wê yên sala 1949'an qedexe ye dewleta Tirk kes an komên parastî bi darê zorê veguhezîne cihên din.

Desthilata Tirk binpêkirina qanûnên navneteweyî didomîne. Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, hejmara welatiyên Sûriyê yên ji bo Tirkiyê hatine veguhestin da ku li wir werin dagirzandin gihaşt 140. Ev hemû di nava bêdengiyeke navneteweyî de pêk tên.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wI4DMezQ0Ew" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>