ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-04-2021
2 nîsan, 2021   23:00

- Nûrî Mehmûd hişyariya derxistina terorîstên mezin ên li kampa Holê kir, bang li civaka navneteweyî kir ku bi erka xwe rabe û dawî li xeteriya mezin a ku li ser kampê çêdikin, bîne. Nûrî Mehmûd teqez kir ku operasyona ewlehiyê ji sînordarkirina vê xeteriyê re nabe bersiv. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- “Mesele ne ew e ku ez li wî bajarî, li wî gundî, li wê axê ji dayik bûme. Gel wek rojbûna xwe dibîne, wek ronesansa xwe dibîne û wek rojbûna xwe pîroz dike.” (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Dr. Fûad El-Qetrîb bal kişand ser têkoşîna rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de û got, rêbertî ji kês kêm di cîhanê de ne ku girtîgeh veguherandin navenda çand û lêkolînan. (BI WÊNE).

JIN

- Dayîkên şehîdên YPJ`ê salvegera 8`emîn a damezirandina Yekîneyên Parastina Jin pîroz kirin û gotin: “YPJ`ê nasnameya hemû jinan e û êdî li cîhanê bûye nimûneya lehengî û qehremeniyê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Serdozgeriya Giştî ya herêma Firatê got, dewleta Tirk bi cezayê muebet ku li Çîçek Kobanê birî ye qanûnên navneteweyî bin pê kir. Her wiha got, divê Tirkiye ji ber van binpêkirinan were cezakirin û Çîçek Kobanê vegerîne Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevka Meclisa Jinan a PYD’ê Narvîn Xebat: "Bi felsefeya rêber Apo re jinan nefes girt û karî xwe pênase bikin. Kurd mîna zincîrekê bûn yek û di nava kesên ev zincîr çêkir de jinan roleke mezin lîst." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endamê Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê Silêman Cafer piştrast kir ku lihevkirinên li ser Şengalê tolhildana DAIŞ`yê ye û ev lihevkirin bi saya berxwedana şêniyên Şengalê û xwedîderketina wan li rêveberiya xwe ya xweser bi bin keve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ya 5'emîn di roja 7'an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê ya şaxê Hesekê bi diruşma "Şoreşa Rojava, destkeftî, metirsî, çawaniya xwe parastinê" komxebateke çandî li navenda TEV-DEM'ê ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10:00`an.

- Şopînerên Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a 5`emîn şanoyên heta niha hatine pêşkêşkirin, nirxandin û diyar kirin ku pêwîstiya wan bi lêhûrbûnê heye û hinan jî got di vê rewşa zor û dijwar a herêm tê re derbas dibe, xebateke serkeftî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Di vê dawiyê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel belavûna pêla sêyemîn a vîrusa koronayê li cîhanê û bangewaziyên girtina tedbîrên xweparastinê, hejmara pêketiyên vîrusa koronayê zêde bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA