Bi boneya rojbûna rêber Ocalan şahiyek ji bo zarokên şehîdan hate lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo, bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.

Bi boneya rojbûna rêber Ocalan şahiyek ji bo zarokên şehîdan hate lidarxistin
Bi boneya rojbûna rêber Ocalan şahiyek ji bo zarokên şehîdan hate lidarxistin
Bi boneya rojbûna rêber Ocalan şahiyek ji bo zarokên şehîdan hate lidarxistin
Bi boneya rojbûna rêber Ocalan şahiyek ji bo zarokên şehîdan hate lidarxistin
Bi boneya rojbûna rêber Ocalan şahiyek ji bo zarokên şehîdan hate lidarxistin
2 nîsan, 2021   13:21
QAMIŞLO

Şahî li qeraxê bendava Zexîra ya li bakurê rojhilatê navçeyê hate li darxistin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Feysel Hesen bi xêr hatina beşdaran kir û destnîşan kir ku bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan ev pîrozbahî li dar xistine da ku ji tevahî cîhanê re girêdana bi rêbertî re nîşan îsbat bikin.

Hesen diyar kir ku rêber Ocalan tenê wî di zîndana Tirkiyê de hatiye girtin, lê bi fikir û giyana xwe bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dijî. Her wiha got: "Em heya rizgarkirina rêberê xwe têkoşîn bikin. "

Piştre koma Şehîd Rojbîn Ereb a Navenda Çand û Hunerê gelek stranên folklorî pêşkêş kirin. Her wiha şanoyek bi navê "Aştî" hate pêşkêşkirin.

(dx)

ANHA