Ji sibê ve..ANHA du dosyayên li ser rêber Ocalan diweşîne

Ji sibê ve wê ajansa me du dosyayên têkildarî rojbûna rêber Abdullah Ocalan belav bike.

Ji sibê ve..ANHA du dosyayên li ser rêber Ocalan diweşîne
2 nîsan, 2021   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

4`ê Nîsanê salvegera 73`emîn a rojbûna rêber Abdullah Ocalan e ku sala 1949`an li gundê Amara yê navçeya Xelfetî yê girêdayî Rihayê hatiye dinê.

Sibê dê “ANHA” dosyaya “4`ê Nîsanê: Rojbûyîna Gelekî-1.. "Gel 4’ê Nîsanê wek ronesansa xwe dibîne û wek rojbûna xwe pîroz dike" belav bike. Di wê dosyayê de em ê balê bikişînin ser mercên ku rêbertî dema zarokatiyê tê de jiyana kiriye û sedemên ku hiştine dest bi têkoşîna ji bo doza gelê xwe û gelên bindest ên cîhanê û bi taybet ên Rojhilata Navîn bike, ku di parêznameya xwe “Parastina Gelekî” de wekî qonaxa yekemîn a jiiyana xwe bi nav dike.

Roja yekşemê jî dosya “4`ê Nîsanê: Rojbûyîna Gelekî-2..Armanca Min Afirandina Rêxistineke Têkoşer û Gelekî Şoreşger e”, di wê dosyayê de em ê qala qonaxên duyemîn û sêyemîn ên jiyana rêbertî bikin.

Di wê dosyayê de her wiha em ê balê bikişînin ser îsyana yekemîn a rêbertî, hişyarbûna gelê Kurd, qonaxên bûyîna PKK`ê, fikrên rêbertî yên girêdayî doza rizgariya jinan û heta komploya navneteweyî ya li dijî rêbertî û mercên girtina wî li Îmraliyê ku veguherî navendeke fikirê demokratîk û azad.

ANHA