Cenazeyê şehîd Mihemed El-Kerem li Reqayê hate veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Kerem li goristana Şehîd Sêvdar hate veşartin.

Cenazeyê şehîd Mihemed El-Kerem li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mihemed El-Kerem li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mihemed El-Kerem li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mihemed El-Kerem li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mihemed El-Kerem li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mihemed El-Kerem li Reqayê hate veşartin
2 nîsan, 2021   13:54
REQA

 Bi sedan şêniyên Reqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Kerem ê ku li bajarokê Hews dema erka xwe bi cih dianî şehîd bûbû, bi merasîmekê li goristana Şehîd Sêvdar a bajarokê Cidêdat ê rojhilatê Reqayê spartin axê.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê toreneke leşkerî  li dar xist û gelek axaftin hatin kirin.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk  a Reqayê şêwirmendê  rêveberiyê Ezîz Hesen axivî û diyar kir ku ew ê parastina vê xakê bikin ku bi saya şêniyên herêmê  ji DAIŞ`ê rizgar bû û ev yek li gotina xwe zêde kir:"Îro em li vê deverê kom bûn da ku lehengekî ku ji bo parastina xak û rûmeta xwe canê xwe feda kir, veşêrin."

Ezîz Hesen da zanîn ku şaneyên ku dewletên derve kirine ajande, niha di nav destên hêzên wan de ne û ew ê tola şehîd Mihemed û hemû şehîdan rakirin û hesab ji hemû sûdaran bixwazin.

Bi navê Komîteya Hundirîn hevseroka Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê Îvan Mehmûd axivî û îşaret bi berdêlên ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn dane kir û  got:"Ji bo parastina ewlehî û aştiya herêmên xwe, parastina şêniyên xwe û destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebat kirin û berdêl dan."

Piştî axaftin bi dawî bû endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Keramê Ibtîsam Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Şehîd bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li goristana Şehîd Sêvdar hate veşartin.

(eh)