Çeteyekî li Holê li xwe mikur hat: Me koçberek kuşt û 107 raporên îstixbaratê amade kirin

Di çarçoveya Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de çeteyekî DAIŞ`ê hat girtin û bûyerên kuştinê yên ku li kampa Holê pêk anîne, eşkere kirin. Her wiha çete li xwe mikur hat ku koçbera bi navê Ala Ehmed jî kuştiye.

Çeteyekî li Holê li xwe mikur hat: Me koçberek kuşt û 107 raporên îstixbaratê amade kirin
2 nîsan, 2021   07:43
HESEKÊ-EHMED MIHEMED

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di çarçoveya Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de zêdetirî 70 çeteyên DAIŞ`ê girtine ku xwe ji nû ve bi rêxistin kiribûn û wek şaneyên veşartî di nava kampê de kar dikirin, di nav de çeteyên şaneya bi navê Ebû Ekrem ku di beşa penaberên iraqî de bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 28`ê Adarê de bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi armanca tunekirina bandora DAIŞ`ê û şaneyên wê yên di nava kampa Holê de dest bi operasyonê kir.

Ajansa me mikurhatinên çeteyekî ku di roja duyemîn a operasyonê de di nav kampê de hatiye girtin, bi dest xistin. Çeteyê bi navê Ebû Îbrahîm tê naskirin, yek ji çeteyên şaneya Ebû El-Welîd e.

Ebû Îbrahîm anku Husam Talib Feyad ji Iraqê ji bajarê Felûce yê parêzgeha Enbar e. Di 2014`an de tev li DAIŞ`ê bû û li ser bendên kontrolê yên li parêzgeha Enbar û bajarê El-Qaêm xebitiye.

Li gorî mikurhatinên Husema Feyad, ew di 2017`an de gihaştiye bajarê Sûse yê li rojhilatê Dêrazorê û ji DAIŞ`ê qut bûye. Piştre sala 2019`an bi pêşdeçûna QSD`ê re ber bi bajarok ve ku di bin kontrola DAIŞ`ê de bû, wek penaberekî derbasî kampa Holê dibe.

Husam Feyad sala 2019`an bi rêya çeteyê bi navê Merwan Hemûd (Ebû Cinêd) careke din tev li DAIŞ`ê dibe û di nava şaneyên DAIŞ`ê yên li kampa Holê de cih digire.  

Husam Feyad di şaneya Ebû El-Welîd de berpirsê pêkanîna bûyerên kuştinê di nava kampa Holê de bû. Jêdera komkirina agahiyan ji bo şaneyên Ebû El-Welîd û Ebû Ekrem e û di heman demê de bi her du şaneyan re kar dike.

Şaneya Ebû El-Welîd ji 4 çeteyan pêk tê. Kesê bi navê Mersûm Mihemed (Ebû El-Welîd) serçeteyê şaneyê ye û yên din; Ebdulselam Qadir (Ebû Hesen), Merwan Hemîd Şiwêhî (Ebû Cinêd) û Husam Feyad.

KOÇBERA BI NAVÊ ALA EHMED KUŞT

Husam Feyad li xwe mikur hat ku şaneya Ebû El-Welîd koçbera sûrî ya bi navê Ala Ehmed di Sibatê de kuştiye.

Her wiha li xwe mikur hat ku wan zêdetirî 107 raporên îstixbaratî yên girêdayî karmendên rêveberiya kampê, hêzên ewlehiyê yên ku kampê diparêzin û kesayetên di meclisên kampê de ku çavdêriya xebatên xizmetguzarî û belavkirina alîkariyan dikin, amade kirine.

Têkildarî jêdara ku jê fermanên kuştinê dibin Husam Feyad got: “Agahî anku ferman bi rêya Ebû El-Welîd digihêjin me. Li gorî agahiyên min, jêdera fermanan kesê bi navê El-Cerrah e, ew ji mezintirîn berpirsên şaneyên DAIŞ`ê yên li Cizîrê ye.”

Li gorî Husam Feyad şaneyên ku tê de kar dikirin Ebû Ekrem û Ebû El-Welîd yek ji wan leşkerî ye û berpirsa pêkanîna bûyerên kuştinê ye û ya din agahiyan kom dike û dişopîne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HetnLuIvhlU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>