Şêniyên Reqayê: Girtina dergehan ji aliyê hikumeta Şamê kiryarekî dermirovî ye

Şêniyên Reqayê got girtina dergehên bi ser herêmên Rêveberiya Xweser re ji aliyê hikumeta Şamê ve, rewşa mirovî û jiyanî ya şêniyan dijwartir dike û ew yek kiryarekî dermirovî ye.

Şêniyên Reqayê: Girtina dergehan ji aliyê hikumeta Şamê kiryarekî dermirovî ye
2 nîsan, 2021   07:45
REQA-EHMED ESAF

Hikumeta Şamê ji hefteyê borî ve dergehên bi ser herêmên Rêveberiya Xweser re girtine. Şêniyên Reqayê ji ber encamên vê girtinê bi fikar in ku li rex bihabûna madeyên xwarinê, derman û şîrê zarokan dê bi awayekî neyînî bandor li rewşên jiyanî, mirovî û bazirganî bike.

Şêniyan ji ANHA`yê re axivî û metirsiyên xwe anîn ziman. Şêniyê bi navê Mihemed El-Xidir ê ji şêniyên gundwarê başûrê Reqayê got: “Ev yek dê rewşa me dijwatir bike. Pêwîstiya şêniyên her du aliyên dergehê çi li ser astên mirovî yan jî jiyanî hene ku divê werin pêkanîn.”

El-Xidir bal kişand ser bihabûna kel û pelan bi girtina dergehan re û got: “Îro nirxên sebze û fêkiyan gelek biha bûne, êdî nirxên wê du qatî yên berê ne. Heta şîrê zarokan û derman jî biha bûne.”

`TENGAVKIRINA GEL`

Şêniya bi navê Fatme El-Elî diyar kir ku ne pêkan e ev yek pêk were, vir jî axa Sûriyê ye û wiha domand: "Ev kiryar bi armanca tengavkirina gel ji aliyên mirovî û jiyanê ve ye. "

Fatme El-Elî wiha pê de çû: “Bi sedan şêniyên Reqayê ji bo dermankirinê diçin Şamê, niha wê çi bikin?”

Fatme El-Elî bi bîr xist ku nirxa madeyên bingehîn, bi taybet derman bi awayekî mezin biha bûne, ruxmî ku nirxa dolarê li bermaberî lîreyê Sûriyê daketiye.

`KIRYAREKE NEMIROVÎ YE`

Karmendekî hikumeta Şamê ku ji ber tirsa hêzên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike got: “Li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de bi taybet gundewarê başûrê Reqayê gelek tişt kêm in. Jê ya herî girîng dermankirin.“

Heman karmendî ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Piraniya şêniyên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê yên nêzî Reqayê de, li bajarê Reqayê xwe derman dikin û ji ber lêçûna kêm, nûjdariyê di nexweşxaneyên wê de çêdikin.”

Her wiha diyar kir ku girtina dergehê, ji bo Sûriyê bi giştî ne baş e û bi kiryarek nemirovî wesifand ku zirarê dide gelên Sûriyê.

Li gorî endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê ku li ser dergeha nuqteya  di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de nobet digire, got rojane zêdetirî 2 hezar kes derbasî her du aliyan dibin. Lê benda kontrolê ya hikumeta Şamê êdî tenê destûrê dide karmendan ku derbas bibin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tG4qttixLXg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>