Li herêmên serweriya hikumeta Şamê diziya bi navê ‘amadekariyên şer’

Hêzên hikumeta Şamê di bin navê ‘Qanûna Amadekariyên Şer` de ku di 2011`an de derxistiye û ji Tebaxa 2020`an ve hatiye betalkirin, mal û milkên sivîlan bi taybet erebeyên veguhastinê desteser dikin.

Li herêmên serweriya hikumeta Şamê diziya bi navê ‘amadekariyên şer’
2 nîsan, 2021   06:55
HELEB

Di demên dawîn de li Sûriyê têgeha ‘amadekariyên şer` ket rojevê. Şêniyên li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ditirsin ku ciwanên wan bibin leşkeriyê û di bin navê `Xizmeta Alê` de bişînin cihên şer.

Lê şênî nizanin ku ew têgeh ji bo milkên madî yên wan jî derbasdar e û heke hikumetê destê xwe danî ser milkên wan ên taybet, nizanin bi kîjan rêbazên qanûnî dikarin maf û milkên xwe yên madî biparêzin.

AMADEKARIYA ŞER TÊ ÇI WATEYÊ?

Ew qanûn tê wateya amadekirina yekîneyên artêşê û derfetên dewletê ji bo şer. Lê di aloziyê de êdî ev têgeh ji bo desteserkirina mal û milkên şêniyan û bikaranîna wan ji aliyê artêşê ve hat bikaranîn.

Bi gotineke din, dewlet kesan wek endamên artêşê dihesibîne û divê ew kes fermanên wê bi cih bînin. Yan jî dê cezayên qanûnî ku ji aliyê serokkomarê Sûriyê ve hatine dayîn û parlamentoya Sûriyê erê kiriye, lê bên ferzkirin.

Gelek caran erebeyên taybet ji xwediyên wan re venagerin. Desteserkirin bi zorê, bê ser û ber pêk tê û heta bêyî belgeyekê ku aliyê wesayît desteser kiriye, diyar bike.

‘GELO DESTESERKIRINA MILKÊN SIVÎLAN JI ALIYÊ HIKUMETÊ VE QANÛNÎ YE?’

Gelek pisporên qanûnê yên Sûriyê ji ANHA`yê re diyar kir ku desteserkirina milkên sivîlan piştî şerê di navbera komara Sûriyê û dewleteke din an jî zêdetirî dewletekê de, di dema gefên rûdana şer an nakokiyên hundirîn de ku gefê li ewlehiya welat dixwin, pêk tê. Hin caran jî di dema karesatên xwezayî û nexwezayî de pêk tê, ev yek li gorî biryara 104`an a sala 2011`an e.

Şêniyekî ku ji ber tirsa hêzên ewlehiyê navê Ebû Mûsa li xwe kir, diyar kir ku erebeyeke wî ya biçûk a ji cureyan Van heye û pê kel û pelan bar dike. Di Tîrmeha 2020`an de di bin navê qanûna amadekariya şer de wesayîta wî li çerxerêya Ewarêd a li Helebê hat desteserkirin. Lê aliyê ku desteser kiriye tu belgeyên îsbatê yan jî mafê desteserkirinê rewa dike, nedane.

Ebû Mûsa di vî warî de dibêje: “Ji min re gotin tu dixwazî erebeya xwe bidî me yan jî tu dixwazî tevî erebeya xwe bi me re biçî Idlibê. Tu vebijarekeke din li pêşiya min tune bû. Ez mêrekî 50 salî me û nikarim biçin Idlibê û tev li veguhastina leşkeran bibin mîna ku ji min re gotin.”

Şêniyekî  din ê bi navê (H.B) bû şahidê bûyera desteserkirina otobûseke biçûk ku beriya mehekê rû daye, ku bi zorê xwediyê servîsê ji erebeyê hat daxistin û servîs hate desteserkirin. (H.B) destnîşan kir ku kes newêre bipirse çima û ji bo çi hûn vê yekê dikin?

‘WINDABÛNA MAFAN’

“Rêveberiya Amadekariya Şer a Giştî” ya hêzên hikumeta Şamê di 18`ê Tebaxa 2020`an de biryarnameyek derxist û li gorî wê “Qanûna Amadekeriya Şer” hate betalkirin, lê dîsa jî li gorî biryarnameyê dikarin erebeyan ji bo karên leşkerî desteser bikin.

Biryarnameya ku gerînendeyê Rêveberiya Amadekariya Şer derxistiye li gorî perspektîfa nivîsgeha Beşar El-Esed hatiye derxistin û tê de wiha tê gotin: “Hemû tedbîrên desteserkirina alav û amûrên endezyariyê yên di meriyetê de û pêkanîna Qanûna Amadekariya Şer û perspektîfên wê, tên rawestandin. Kesên biryarê pêk neynin dê bên cezakirin.”

Her wiha perspektîfên ji bo betalkirina desteserkirina wesayîtan û vegerandina wesayîtên ku hatine desteserkirin ji xwediyên wan re, hatin belavkirin.

Lê belê heta niha tu erebeyên ku ji dema derketina biryarnameyê de hatine desteserkirin, ji xwediyên wan re nehatine vegerandin. Her wiha desteserkirina erebeya welatiyê bi navê (H.B) li Helebê beriya mehekê bû, lê belê biryarname ji Tebaxa 2020`an ve hatiye derxistin.

 (şx)

ANHA