‎'Rojbûna rêbertî şoreşeke '‎

‎4ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan e ji bo gelê herêmê roja rizgarkirina ji ‎bindestiyê û her wiha roja şopandina rêya ronahiyê, zanist û fikrê azad e.Mihemed Xan ‎ê ku 8 salan bi rêbertî re maye, rojbûna rêbertî bi destpêka şoreşa kurdî ya rasteqîn bi ‎nav dike.‎

‎'Rojbûna rêbertî şoreşeke '‎
1 nîsan, 2021   23:38
KOBANÊ

Di serdemên destpotîzmê de ku hovîtî û sûcên hikumetên desthilatên herêmê yên li dijî ‎gelan gihaştibû lûtkeyê, li Tirkiyê bi pêşengtiya Abdullah Ocalan  şoreşeke xwendekarên ‎zanîngehê derket. Ev şoreş roj bi roj belavî derdorê bû û gelek gel li zilmên hikumetên ‎desthilatdar rizgar kir û hemû pêkhateyên herêmê bêyî cûdabûn ji Kurd, Ereb, Tirk, ‎Ermen û tevahî gelên blindest hembêz kir.‎

Rêber Abdullah Ocalan fikirê neteweya demokratîk pêşkêş kir, gelên bindest li hemberî ‎hikumetan şiyar kir û adetên paşverû şikandin. Ji ber vê yekê gelê Kurd rojbûna wî bi ‎şoreşa gelê Kurd bi nav dikin û derbasbûna wî nava tevgerên siyasî yên kurdî wekî ‎pêvajoyekê ji bo gelê Kurd pênase dikin.

‎/kr/uploads/files/2021/04/01/200636_-.webp

Mihemed Xan ji kesên destpêkê hevaltiya rêber Abdullah Ocalan kir û tev li nava şoreşa ‎wî bû. Mihemed Xan 8 salan bi rêber Ocalan re ma û rojbûna rêbertî wekî roja hilatina ‎ronahiya li ser gelê Kurd bi taybet û gelê herêmê bi giştî bi nav dike.‎

ꞌBINDESTÎ RED DIKIR Û LI DIJÎ SIYASETA QIRKIRINA NETEWEYÎ Û ETNÎKÎ ‎SEKINÎꞌ

Her çi qasî li pey rejîma Osmanî hikumetên li dewleta Tirk hatin guhartin jî, lê siyaseta ‎qirkirina neteweyî û etînkî ya ku Osmaniyan  li dijî gelan dida meşandin, nehat guhartin ‎û desthilata Osmanî her tim siyasetên hêz, qirkirin û komkujî li dijî gelan pêk dianîn da ‎ku nehêlin gel bighêjin azadiya xwe.‎

Mihemed Xan ji salên 80`yî yên sedsala borî tev li tevgera şoreşgerî ya Partiya Karkerên ‎Kurdistanê  bû ji ANHA'yê re axivî got: "Hemû  şoreşên ku derketine hilweşiyan, ji ber ku ‎kesayetên wê ne kesayetên ku li ser bingeha fikir û zanista azad hatibûn perwerdekirin, lê ‎rêbertî ji bo kadroyên xwe wekî akademiyeke zanistê bû, ji lew re şoreşa wî berdewam e'' ‎

Mihemed Xan da zanîn  ku rêber Abdullah Ocalan ji zarokatiya xwe ve qedexekirina  ‎axaftina bi zimanê kurdî red dike û wiha pê de çû: "Rêbertî siyasetên  hikumetên Tirkiye ‎yên qedexekirina axaftina bi zimanê dayikê red kir, ji ber vê yekê di refa 5'emîn de dibistan ‎terik kir. Ji lew re rojbûna rêbertî ronahiya ye ku li ser gelê Kurd bi taybet û gelê herêmê bi ‎giştî hilat."‎

ꞌRÊBEREKÎ NETEWEYÎ YEꞌ

Hikumetan sûcên li dijî gelan berdewam kir, da ku serî hilnedin û banga mafên xwe nekin, ji ‎lew re kêm caran li dewleta Tirk tevgerên rizgariyê derdiketin, nexasim ku hikumetên li pey ‎hev dixwestin xwe bispêrin hêzê û ji bo vîna gel bişkînin û serî hilnedin, rêbazên hovane ‎pêk dianîn.‎

Der barê vê yekê de Mihemed Xan got:  "Destpêkê ji zanîngehê bi komeke hevalên xwe re ‎dest pê kir. Lê ne tenê banga rizgarkirina gelekî yan jî neteweyê dikir, berovajî wê li ser ‎rizgarkirina hemû gelê bindest lêgerîn dikirin. Di kampa yekemîn a partiyê de kesên ji gelên ‎cuda hebûn û vê dihişt em bibêjin, rêbertî ji destpêka dest bi tevgerê kir, rêberekî ‎neteweyî bû û heta roja îro li ser vê rêyê ye.  Îro jî tevî ku di girtîgehê de ye bi gotinekê ‎berê geşedanên li herêmê diguhere."‎

ꞌFIKIRÊ PAK BINESAZIYEKE SIYASÎ GELEÎ AVA KIR Û NE PÊKAN E KU ‎HILWEŞEꞌ

Li kolana kurdî gelek şoreş çêbûn, lê yekser dihatin hilweşandin û hikumetên dijbertiya van ‎şoreşan dikirin serokên şoreşan dikirin armanc û bi awayekî dînamîkî dihat hilweşandin,  lê ‎belê derketina Partiya Karkerên Kurdistanê bi dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan bi dawî nebû. ‎Rêber Abdullah Ocalan di encama Kompoyeke Navneteweyî de dîl hate girtin û ew ‎radestî dewleta Tirk a dagirker kirin.‎

Têkildarî mijarê Mihemed Xal diyar kir ku rêbertî piştî plankirin û rêxistinkirinê xebat dikir, ji ‎lew re hemû tiştên ku digot pêk dianî.  Ew bi xwe di pêvajoya 8 salên ku bi rêbertî re ma ‎bûbû şahidê vê yekê.‎

Mihemed Xan ev yek li gotina xwe zêde kir:"Ez di nav wan de bûm û min dît ku çawa hêz ‎dida hevalan, rêbertî di xurtbûna kesayeta xwe ya di diyalogan de û dana moral wekî ‎akademiyeke zanistê bû."‎

Mihemed Xan di dawiyê de ev xal rêz kirin:"Ji ber ku hemû dema xwe ji bo perwerdekirina ‎rêhevalên xwe veqetandibû,  piştî dîl hate girtin partî hilneweşiya, di hundirê her hevalekî ‎de zanist û fikirê xwe yê azad çand, anku li pey xwe nifşekî ronakbîr ava kir û ev bû  sedem ‎ku partî berdewam bike û dê berdewam bike jî, ji ber ku li ser bingeha fikirê rêber Abdullah ‎Ocalan hatiye avakirin û berovajî şoreşên din e, ku çawa serokên wan hatin tunekirin, ew jî ‎yekser hilweşiyan."‎

‎(eh) ‎

ANHA