ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-04-2021
1 nîsan, 2021   23:00

-Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya civîneke çapemeniyê daxuyaniyekê li ser bidawîkirina merheleya yekemîn ji Operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" li Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarokê Holê dide. Saet di 14:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi boneya nêzbûna rojbûna rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Malbatên Şehîdan li hola Zana ya Qamişlo şahiyekê ji zarokên şehîdan re li dar dixe. Saet di 14:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-‎4`ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan e ji bo gelê herêmê roja rizgarkirina ji ‎bindestiyê û her wiha roja şopandina rêya ronahiyê, zanist û fikrê azad e.Mihemed Xan ‎ê ku 8 salan bi rêbertî re maye, rojbûna rêbertî bi destpêka şoreşa kurdî ya rasteqîn bi ‎nav dike.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên herêma Efrînê bang li CPT`ê kir ku destwerdana lezgîn bike da ku rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan nas bikin û tekez kir ku ew ê heta zelalkirina rewşa rêber Ocalan çalakiyên xwe li dar bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hêzên hikumeta Şamê di bin navê qanûna `Amadekariya Şer a Giştî` de ku di 2011`an de derxistiye ku ji Tebaxa 2020`an ve hatiye betalkirin, mal û milkên sivîlan bi taybet wesayîtên veguhestinên destser dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rojbûna rêber Abdullah Ocalan a 72’yemîn ji aliyê gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ve tê pîrozkirin û projeya neteweya demokratîk a ku rêber Ocalan afirandiye, ji aliyê gelan ve tê hembêzkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Ji fermandarên Hêzên Parastina Jinên Bêth Nehrên Zenûbiya Artho salvegera 8`emîn a ‎damezirandina YPJ'ê pîroz kir û got:"Damezirandina YPJ'ê nameya ji dijminan re ye ku ‎ew ê nikaribin vîna jinan bişkînin."‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Piştî Erebistana Siûdiyê însiyatîfa bidawîkirina krîza li Yemenê ragihand, di vê dawiyê de çavên hemûyan li ser Yemenê ye. Gelo atmosfêra beriya wê çi bû?Gelo şansên çareseriya siyasî li Yemenê çi ne? (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana 5’an a Şehîd Yekta Herekol di roja 6’an de pêşandana şanoyan li ser dikeya Mihemed Şêxo ya Qamişlo berdewam dike. Saet 16:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Mamosteyê şanoyê yê Zanîngeha Rojava û nivîskar Beşîr Mele Newaf diyar kir ku sedema nepêşketina şanoya Kurdî ku di nava dîrokê de rastî pêngavên qirkirina çandî hatiye û îşaret bi girîngiya destekdayîna şanoya Kurdî, avakirina peymangehên taybet ên fêrkirina şanoyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Rûbera ku bi sebzeyên demsala havînê di malên bilastîk de têne çandin li gundewarên Minbicê zêde bûye. Ev yek ji bo sekinandina li hember dorpêça li ser herêmê tê kirin û ji ber wê jî ji sedî 20 alîkariya sûkan bi sebzeyan bike.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di demên dawîn de, piştî ku Rêveberiya Xweser derfetên kar ji sedan welatiyan re peyda kir û piştevaniya aboriya herêmî kir, li kantona Qamişlo renosanseke aboriyê pêk hat û tevgera pîşesaziyê bi pêş ket.

- Şêniyên Reqayê girtina dergehên bi herêmên Rêveberiya Xweser re ji aliyê hikumeta Şamê ve, rewşa mirovî û jiyanî ya şêniyan dijwartir dike û bi Kiryarek ne mirovî wesifand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA