​​​​​​​Havîn Guneşer: Divê em xurttir li projeya rêber Apo derkevin

Rojbûna rêber Abdullah Ocalan a 72’yemîn ji aliyê gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ve tê pîrozkirin û projeya neteweya demokratîk a ku rêber Ocalan afirandiye, ji aliyê gelan ve tê hembêzkirin.

​​​​​​​Havîn Guneşer: Divê em xurttir li projeya rêber Apo derkevin
2 nîsan, 2021   00:37
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Gava yekemîn a destwerdana hêzên cîhanî li Rojhilata Navîn di destpêka sedsala 21'an de Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bû. Rêber Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de di encama vê komployê de radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin û ev 22 sal e li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Sîstema tecrîdê ya li ser rêber Ocalan, sal bi sal girantir dikin.

Li ber çavê cîhanê bi awayekî eşkere di şexsê rêber Ocalan de hiqûqa navneteweyî û neteweyî tê binpêkirin û nahêlin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Tevî şert û mercên heyî yên tecrîdê jî rêber Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûyîna tevahiya Rojhilata Navîn, bi taybetî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ket nava hewldaneke entelektuel-bîrdozî û projeya "neteweya demokratîk" ava kir.

Gelên li Rojhilata Navîn, bi taybetî gelê Kurd 4’ê Nîsanê wek rojbûna xwe pîroz dikin.

Nûnera ‘Însiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Abdullah Ocalan re Aştî ji Kurdistanê re’ Havîn Guneşer peyamên rêber Abdullah Ocalan ji hemû gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd re, projeya neteweya demokratîk û têkoşîna wî tevî ku 22 sal e di tecrîda Îmraliyê de ye, ji ANHA'yê re nirxandin.

Havîn Guneşer diyar kir ku ji bo baştir rêber Abdullah Ocalan bê fêmkirin, divê baş li tiştên ku di 40-50 salên borî de hatine serê gelê Kurd, binihêrin û got: "Rêber Apo di sala 1999'an de ji Kenyayê hat revandin û bi destê kesên ku dixwestin li ser cîhanê serdest bin, teslîmî Tirkiyê hat kirin. Dema em li rewşa ku piştî wê rojê bi pêş ketiye, binêrin, têkoşîna li Başûr, Rojava, Bakur û Rojhilat û pêşketina gelê Kurd a li van xakan, têkoşîna ku hatiye meşandin, derdixe holê."

Havîn Guneşer destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan wek projeya sîstema DYA'yê ku di sala 1998’an de hate ser hikum, pêk hat û got: "Siyaseta DYA'yê ya li Rojhilata Navîn rêber Ocalan û tevgera PKK'ê wek astengiyekê li pêşiya xwe dihesiband. Amerîka û hêzên ku piştgiriya wan dike, armanca xwe ew e ku tevgera azadiyê ji holê rakin ku weke astengiyekê didît. DYA û hêzên din ji bo polîtîkayên xwe bidomînin, Rojhilata Navîn dikin gola xwînê."

'GIRÎNGIYA RÊBER OCALAN JI BO GELAN MEZIN E'

Havîn Guneşer wiha dewam kir: "Ji bo gelên Rojhilata Navîn hebûna rêber Ocalan, ji bo hemû gelan, bi taybetî gelê Kurd, girîngiyeke mezin e. Tecrîda ku li ser rêber Ocalan tê kirin di rastiyê de tecrîdeke li dijî fikrên wî ye. Ev tecrîd tecrîda li dijî felsefeya jiyanê ye. Ev sîstema tecrîdê li dijî jiyana wekhev a jin û mêran, li dijî jiyana wekhev û azad a gelên Ereb, Kurd, Asûrî, Ermen, Tirkmen û Çerkezan tê kirin.”

Havîn Guneşer got sîstema cîhanê nekarî pêşî li projeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan bigire û destnîşan kir ku ew dixwazin pêşeroja gelên li tevahiya Rojhilata Navîn bi taybetî jî gelê Kurd, ji destê wan bistînin û wiha pê de çû: "Pergal ji bilî kedxwariyê tiştekî din nade gel. Ev rejîmên heyî jî bi yekdestî olê ji bo berjewendiyê xwe bi kar tînin. Rêber Apo projeya neteweya demokratîk a li dijî nêzîkatiya neteweperest a ji aliyê van rejîman ve hatiye afirandin, ji nû ve afirand. Ev proje ne li ser esasê derxistina neteweyan e, lê belê li ser jiyana demokratîk, wekhevîparêz û azadîparêz e. Dema ku di sala 2013'yan de mînakên destpêkê yên vê projeyê derketin holê, me dît ku gelên li Bakurê Kurdistanê û Rojava vê projeyê çawa hembêz dikin."

‘TECRÎD JI BO ASTENGKIRINA PROJEYA RÊBER APO BERDEWAM DIKE’

Havîn Guneşer got: "Rêber Apo azadiya hemû gelan diparêze. Daxwazên kollektîf ên jin, mêr, ciwanan temsîl dike. Modeleke gelekî girîng e. Projeya rêber Ocalan yekane projeya li Rojhilata Navîn e ku li pêşberî pergalên din ên neteweperest cudahî afirandiye û di nava jiyanê de xwedî cihekî wekhev e. Hemû pergalên din jî ber bi koledariyê ve dibin. Ji bo pêşî li projeyên rêber Ocalan bê girtin, tecrîda li girtîgeha Îmraliyê tê domandin."

Havîn Guneşer diyar kir ku haya dewletên cîhanê jî ji tecrîda li ser rêber Ocalan heye, lê ew bê deng dimînin û wiha axivî: "Tecrîda ku li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, ne tiştek e ku dewleta Tirk a faşîst bi tena serê xwe dike. Bêdengiya Ewropa û DYA'yê nîşan dide ku bi rastî jî ew hevparên tecrîdê ne û vê pergala tecrîdê bi hev re didomînin. Bi vê sîstema tecrîdê armanc dikin ku tevahî gelê Kurd tecrîd bikin. Bêyî ku rêber Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, Kurd nikarin azad bibin. Rojava , Bakur, Başûr û Rojhilat çawa dikarin azad bibin? Divê gelên li tevahiya cîhanê û tevahiya Rojhilata Navîn li gorî vê rastiyê tev bigerin. Bêyî azadiya fîzîkî ya rêber Apo, li Rojhilata Navîn gel nikarin di nava aştiyê de bijîn. Azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan wê rê bide aştî û biratiyê û Rojhilata Navîn bêhtir jiyan lê peyda bibe."

Têkildarî qutkirina axaftina bi telefonê ya rêber Abdullah Ocalan a bi malbata xwe re, Havîn Guneşer got: "Em wek Însiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Abdullah Ocalan re Aştî ji Kurdistanê re bes nabînin ku bi tenê bi telefonê ji rêber Ocalan agahiyek bê wergirtin. Divê zelal bibe ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Rêber Ocalan jî di telefonê de behsa bêhiqûqiyên li dijî wî û girtiyan kir. Ev kiryareke neqanûnî ya li dijî hemû gelê Kurd e. Divê em helwesta xwe ya li dijî bêhiqûqiya hatiye pêşxistin, nîşan bidin."

‘DIVÊ ÇALAKIYÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ DEWAM BIKIN’

Havîn Guneşer diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda a li ser rêber Abdullah Ocalan divê gel li qadan bin û got: "Divê hemû welatên tev li Parlamentoya Ewropayê dibin, berpirsyariyên xwe yên li hemberî vê bêhiqûqiyê bi cih bînin. Divê tecrîda li ser rêber Apo li her derê were vegotin û li dijî vê tecrîdê çalakî bê navber dewam bikin."

Havîn Guneşer nirxandina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "4’ê Nîsanê rojbûna rêber Apo û gel e. Rêber Ocalan wateyeke din dide rojbûna xwe. Dibêje ev cara sêyem e ez ji dayik dibim. Bi vî rengî divê em vê rojê silav bikin û xwe li ser xetê vegerînin. Divê em xwe ji nû ve ava bikin. Divê em xwe bigihînin rêber Abdullah Ocalan û xwedî li projeyên ku wî afirandine, derkevin. Azadiya fizîkî ya rêber Apo bi wan ve girêdayî ye. Guhertina me tê wateya avabûna jiyana nû, lê di heman demê de avakirina jiyana azad a wekhev e. 4'ê Nîsanê li rêber Apo, li tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz be."