" Divê CPT ji bo zelalkirina rewşa rêber Ocalan bi lez destwerdanê bike"

Şêniyên herêma Efrînê bang li CPT`ê kir ku destwerdana lezgîn bike da ku rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan nas bikin û tekez kir ku ew ê heta zelalkirina rewşa rêber Ocalan çalakiyên xwe li dar bixin.

" Divê CPT ji bo zelalkirina rewşa rêber Ocalan bi lez destwerdanê bike"
2 nîsan, 2021   03:58
ŞEHBA – LÎNDA ŞÊX

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê di 18`ê Adarê de bi armanca banga zelalkirina rewşa rêber Abdullah Ocalan konê çalakiyê vegirt. Ew yek jî  piştî îdiyayên ku di demên dawîn de li ser toreyên tevna civakî hatin belavkirin, pêk hat.

Şêniyên herêma Efrînê der barê van idîayan de xwepêşandan lidar xistin û dest bi çalakiyên şermezarkirinê kirin. Ji wan konê çalakiyê ku li qada dibistana ajotinê ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê hatiye vedan. Rojane bi sedan şênî berê xwe didin konê çalakiyê.

Têkildarî mijarê ANHA`yê nêrînên gelek şêniyên ku beşdarî konê çalakiyê di roja 7`an de bûne, girtin. Welatiya bi navê Leyla Saîd wiha got: "Me dît ku çawa hikûmeta Tirkiyê derfet neda parêzeran ku hevdîtinê bi rêber Ocalan re pêk bînin bi taybet piştî belavbûna agahiyên ku rewşa wî ya tenduristiyê ne baş e."

Leyal Saîd wiha domand: "Em tev li konê çalakiyê bûn,  ji ber rêber Abdullah Ocalan rêberekî navneteweyî ye. Rêberê hemû gelên azadîxwaz e. bandora fikirên rêber Ocalan hişt ku em îro çalakiyan heta bihîstina agahiyekê , li dar bixin. Ji ber rêber Ocalan hişt ku em xwe û cewhera xwe binasin."

Welatiyê bi navê Mustefa Şakir ku ji şênyê bajarê Babê ye, wiha axivî: "Em ne tenê çalakiyan li dar dixin, lê belê li tevahî dewletên cîhanê û herêmên ku fikir û felsefeya rêber Ocalan belav bûye, serhildan û çalakî ji bo wergirtina agahiyeke baş li ser rewşa rêber Ocalan li dar dikevin."

‛EM JI VIR NEÇIN’

Mustefa Şakir diyar kir ku ew dixwazin rewşa rêber Ocalan nas bikin û wiha pê de çû: "Ji ber rêber Ocalan oksicîna me ye. Bi tayet piştî ku me fikirên wî yên demokratîk nas kirin, em tu carî li koletiyê venegerin. Demokrasî li dewletên din tenê pîvanê xwe cûda ne."

Mustefa Şakir bi bîr xist û got: "Îro em dibihîsin ku rewşa tenduristiya rêber Ocalan ne baş e. Tişta herî hêsan ku bikin derfetê bidin parêzeran ku serdana wî bikin. Em ê li qadên çalakiyan bin û em ê ji vir neçin heta ku em rewşa rêberê xwe nas bikin."

EM Ê LI VIR BIN HETA KU REAŞA RÊBERÊ XWE NAS BIKIN

Welatiya bi navê Xaliya Hemo jî wiha got: "Em tev li konê çalakiyê bûne da ku dengê xwe bigihînin hemû rêxistinên cîhanê û ji wan re bêjin em li vir in. Em li vir li ber xwe didin heta ku em rewşa rêber Abdullah Ocalan nas bikin."

Xaliya Hemo peyamek ji Erdogan re şand û got: "Ne ji mafên te ye ku tu tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan giran bikî. Ji ber ew rêber Ocalan banga neteweya demokratîk û yekitiya hemû netewe û olan dike."

Xaliya Hemo di dawiyê de banga destwerdana lezgîn kir da ku rewşa rêber Ocalan nas bikin û derfetê bidin parêzeran ku serdanê bikin.

‛RÊBER ABDULLAH OCALAN EM JI TUNEKIRINA DI NAVA DÎROKÊ DE PARASTIN’

Her wiha welatiyê bi navê Xelîl Hesen wiha axivî: "Em ê ji bo rêber Abdullah Ocalan li vir bin. Ji ber wî em ji windabûn û tunekirina di nava dîrokê de parastin. Wî em kirin gelekî xwedî berxwedan û zanabûn. Ji ber wê jî divê em berpirsiyariyên xwe li hemberê rabin. "

Xelîl Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrişî rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd dike, her cara ku bi bin dikeve tola xwe ji gelan radike, ji ber ew her tim dixwaze pêwendiya di navbera rêber Ocalan û gelê wî de qut dike da ku îradeya wan tune bike.

Xelîl Hesen tekez kir ku kesên ku bi rêber Ocalan jiyane û yên ku fikrên wî girtine dê her tim şopdarên rêya wî bin û xwediyê berpirsiyariyê bin.

Xelîl Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk derfetê nade parêzeran ku hevdîtinê bi rêber Ocalan re pêk bînin. Ji ber wê em bang li CPT`ê dikin ku erka xwe li beramberî rêber Abdullah Ocalan pêk bînin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku derfetê bidin ku hevdîtinê pêk bînin. Da ku rewşa wî ji me re diyar bikin. Em ê dev ji azadiya wî bernedin. Ji ber ew ji me re ji av û xwarinê girîngtir e."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/g4cNkT147oA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>