Dewleta Tirk  du gundên Amediyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, gundên Beşîlî û Bazê yên girêdayî bajarokê Kanî Masî yê Amediyê bombe kirin.

Dewleta Tirk  du gundên Amediyê bombebaran kirin
1 nîsan, 2021   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî ANF'ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker îro li gorî seata herêmê 16:04’an gundê Beşîlî yê girêdayî bajarokê Kanî Masiya Amediyê bombe kirin.

Hate diyarkirin ku seat 16:12’an jî balafiran derdora gundê Bazê bombe kir.

Li gorî çavkaniyan tevger û bombardumana balafirên şer li ser herêma Metîna berdewam e.