Operasyona li Kampa Holê 5 roj li pey xwe hişt

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya bi armanca paqijkirina Kampa Holê ji çeteyên DAIŞ'ê 5 roj li pey xwe hişt.

1 nîsan, 2021   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Operasyona ku di 28’ê Adarê de bi armanca paqijkirina Kampa Holê ji şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatibû destpêkirin 5 roj li pey xwe hişt.

Di roja 5’emîn a operasyonê de lêgerîn di beşa 6’emîn û 8’emîn de hat kirin. Di operasyona ku îro hat kirin de derbarê çeteyên girtî de tu agahiyên fermî nehat parvekirin.

Operasyona ku roja 5’emîn li pey xwe hişt ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê kirin û QSD,YPG,YPJ jî bi awayek çalak tev li operasyonê dibin û alîkarî didin Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Di rojên berê hin serçete jî di nav de ji 70’yî bêhtir endamên çeteyên DAIŞ hatibûn girtin, di operasyonê de hin alavên leşkerî hatibûn desteserkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yWo8GPxDrCw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>