KMMK`ê binpêkirinên mafê mirovan di mehekê de li Rojhilat eşkere kir

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di meha Adarê de li Rojhilatê Kurdistanê 46 kes hatine girtin û 6 kolber hatine kuştin.

KMMK`ê binpêkirinên mafê mirovan di mehekê de li Rojhilat eşkere kir
1 nîsan, 2021   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) rapora xwe ya têkildarî binpêkirina mafê mirovan ên di Adarê de li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kirin, eşkere kir.

KMMK`ê di rapora xwe de eşkere kir ku ji ber astengiyên rejîma Îranê daneyên tam li ber destê wan nîn in, tenê beşek ji binpêkirinên mafên welatiyên Rojhilatê Kurdistanê bi dest wan ketiye.

Li gorî raporê, di meha Adarê de bi sûcdariya kuştin û bazirganiya madeyên hişbir 2 kes hatine darvekirin. Her wiha 2 kes di nava bajaran de ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Di raporê de tê gotin ku di meha Adarê de 46 sivîl û aktîvîstên sivîl û siyasî bi hinceta tevlî pîrozbahiya Newrozê bûne, hatine girtin.

Di meha Adarê de 6 kolber hatine kuştin û 11 kolber û kasibkar birîndar bûne.

Di meha Adarê de 7 jin û 15 mêran serî li xwekuştinê dane û dawî li jiyana xwe anîne.

Li gorî raporê, di meha Adarê de ji ber teqîna mayînê kesekê jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) di dawiya rapora xwe de bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê dike ku li dijî binpêkirinan dengê xwe bigihînin cîhanê.

(cx)