`Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê pêwîstî bi tîmeke navneteweyî heye` 

Rayedarekî berê yê dosyaya terorê yê Brîtanyayê got pêwîst e tîmeke navneteweyî were avakirin da ku çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên Sûriyê de werin darizandin.

`Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê pêwîstî bi tîmeke navneteweyî heye` 
1 nîsan, 2021   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporeke rojnameya The National a Îmaratê serokê berê yê polîsên têkoşîna li dijî terorê yên Brîtanyayê Mark Rowley got xebatên vegerandina derdora 2 hezar çekdarên biyanî yên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne girtin, ji bo berhevkirina îsbatên tawanbarkirina wan, rastî gelek pirsgirêkan tên.

Mark Rowşey destnîşan kir ku qurbanî û şahid li seranserê cîhanê belav bûne, di heman demê de delîlên tiba edlî yên sûcên ku komên terorîst pêk anîne, hîna jî têne nirxandin.

Rowley di nameyekê de ji bo rojnameya The Times a brîtanî got: “Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê ji ber sûcên hovane yên ku pêk anîne mîna qirkirina êzidiyan, xebateke cîhanî bi piştgiriyeke baş tê xwestin.”

Rowley wiha domand: “Tenê tîmeke navneteweyî dikare agahiyên îstixbaratî bi dest bixe ku qurbanî û delîlên din bi hev bike. Wê demê em dikarin piraniya wan terorîstan bi awayekî qanûnî û heta demeke dirêj bigirin.”

Ji ber rewşa kampan a bitirs ku nifşeke nû ji tundrawan amade bike, rêveberiya Amerîkayê bang li dewletan kir ku çeteyên biyanî û malbatên wan ên li Sûriyê vegerînin.

Nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê Joe Biden ê Koalîsyona Navneteweyî ya tunekirina DAIŞ`ê John Godfrey got di nava kampan de derdora 10 hezar malbat bi terorîstên DAIŞ`ê ve girêdayî ne.  Her wiha Godfrey got: “Dewletyên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji gelek salan ve zextê li dewletên Ewropayê dike ku hemwelatiyên xwe yên terorîst û malbatên wan vegerînin.”

Godfrey diyar kir ku gelek zarokên çeteyan xwedî nasnameyên ewropî ne, ji lew re metirsî hene ku ew bikarin biçin cihên cuda û tiştên nebaş pêk bînin û ev yek xuya kir: “Ev pirsgirêkeke navneteweyî ye û divê çareserî navneteweyî be.”

(şx)