Li kampa Holê "dadgerê Şerî" yê DAIŞ’ê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku hêzên wan ên ewlehiyê li kampa Holê dadgerê şerî yê bi nave Ebû Mihemed El-Cimêlî girt.

Li kampa Holê "dadgerê Şerî" yê DAIŞ’ê hate girtin
31 adar, 2021   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku wan bi rêya Operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" ya ku li kampa Holê di 28’ê Adarê de dest pê kirine, dadgerê şerî yê DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Mihemed El-Cimêlî girtiye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku çeteyê bi navê El-Cimêlî di 1959’an de li bajarê Enbar ê Iraqê ji dayik bûye, di nava refên rêxistina El-Qaîde li Iraqê de dixebite û piştre wek emîr û muftî tev li DAIŞ’ê bû, kiryarên wî heta ku ji ber çavan li nava şêniyên li kampa Holê de winda bû, berdewam dikir.

(fr)

ANHA