Li Dêrikê, turnovaya Şehîdên Serhildana Qamişlo a fotbolê bi dawî bû

Bi beşdarbûna 16 tîmên xwendekarên merheleya navîn, li Dêrikê turnovaya Şehîdên Serhildana Qamişlo ya fotbolê, bi dawî bû.

Li Dêrikê, turnovaya Şehîdên Serhildana Qamişlo a fotbolê bi dawî bû
31 adar, 2021   13:21
QAMIŞLO

Komîteya Çalakiyan a perwerdeyê ya herêma Dêrikê di destpêka Adarê de turnovaya fotbolê bi navê "Turnovaya Şehîdên Serhildana Qamişlo" bi beşderbûna 16 tîmên xwendekarên merheleya navîn, li dar xist.

Maça fotbolê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre maça dawî di navbera her du tîmên dibistanên Til Xinzîr û Hac Menûh li ser qada yarîgeha Kornîş, dest pê kir.

Her wiha piştî 90 deqe ji maçê, tîma Til Xenzîr bi 3 golan li tîma Hac Menûd bi 2 golan bi ser ket.

Di dawiyê de, tîma Til Xenzîr hate xelatkirin, piştre xelat li tîma dibistana Hac Menûh ku asta duyemîn wergirtiye, hate belavkirin , spasname li komîteya maç bi rê ve birî, hatin belavkirin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/40s1fa1wW6g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>