QSD ji bo piştgiriya malbatên şehîdan civînek li der xist

Ji bo piştgiriya malbatên şehîdan ên navçeya Til Birakê ya kantona Hesekê QSD`ê civînek li dar xist.

QSD ji bo piştgiriya malbatên şehîdan civînek li der xist
QSD ji bo piştgiriya malbatên şehîdan civînek li der xist
QSD ji bo piştgiriya malbatên şehîdan civînek li der xist
QSD ji bo piştgiriya malbatên şehîdan civînek li der xist
QSD ji bo piştgiriya malbatên şehîdan civînek li der xist
QSD ji bo piştgiriya malbatên şehîdan civînek li der xist
QSD ji bo piştgiriya malbatên şehîdan civînek li der xist
QSD ji bo piştgiriya malbatên şehîdan civînek li der xist
QSD ji bo piştgiriya malbatên şehîdan civînek li der xist
31 adar, 2021   14:43
QAMIŞLO

civîn li navenda Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Holê ya li navçeya Til Birakê li dar ket. Gelek malbatên şehîdan, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ) tê de beşdar bûn.

Wêneyên şehîdan, alên YPG, YPJ û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li nevandê hatin daliqandin.

Piştî deqeya rêzgirtin, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Holê Harûn Eyûbî axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Eyûbî behsa rola şehîdan ji bo parastina welêt û fedekariyên wan ji bo tunekirina terorê kir û wiha domand: “Bi saya şehîdan, teror tune bû. Lewra em dibêjin, destkeftiyên ku hatine bidestxistin, ên malbatên şehîdan in. ji ber wê divê em wan destkeftiyan biparêzin û genedeliyê tune bikin.”

Di civînê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê Weid El-Ilêwî axivî û got: “Em dev ji axa ku bi xwîna şehîdên me hatiye rizgarkirin ber nadin. Em dê li ber xwe bidin. Dewleta Tirk tevahiya cureyên zulmê û sûcan li dijî şêniyên herêmên dagirkirî pêk tîne.”

Piştre sînevizyonek têkildarî wêne û dîmenên şehîdên ku tev li pêngavên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî DAIŞ`ê bûne hat pêşendan.

Di civînê de 8 şehîdên YPG, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên navçeya Til Birakê hatin bibîranîn ku di dem û cihên cuda de şehîd ketine. Navên şehîdan wiha ne: Elî El-Îsa, Enes Qamişlo, Beşar El-Îsa, Elî Remadan, Rakan El-Zabo, Amir El-Selîm, Hemîd Umeyr û Şîlan Şoreş.

Di dawiya civînê de, endamê YPG`ê Ebûd El-Şamî hinek stranên şoreşgerî gotin.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/J62HYxfVxGQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>