Şêniyên Helebê: Armanca siyasetên Tirkiyê dûrxistina gel ji rêbertî ye

Şêniyên Helebê siyasetên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û destnîşan kirin ku armanca wan siyasetên dûrxistina gel ji rêber Ocalan e . Şêniyan gotin, ew ê têkoşîna bidomînin heta ku tecrîd bi dawî bibe.

Şêniyên Helebê: Armanca siyasetên Tirkiyê dûrxistina gel ji rêbertî ye
31 adar, 2021   04:19
HELEB-HENEN MIHEMED

Li hember tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, bertekên gel zêde dibin.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin dê berxwedan û çalakiyên xwe heta rakirina tecrîda li dijî rêbertî xurt bikin.

Girêdayî mijarê şêniyê bi navê Neşet Qenber axivî û siyaseta dewleta Tirk a li dijî rêber Abdullah Ocalan û tecrîda ji zêdetirî 22 salan ve didome, şemezar kir.

Neşet Qenber diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van siyasetan ew e ku rêber Ocalan û felsfeya wî ji gel were qutkirin û got, rêbertî rêya azadî û rizgariyê ji rejîmên desthilat ji gel re ronî kir."

Neşet Qenber wiha domand: "Piştî serhildana gel li tevahî parçeyên Kurdistanê û cîhanê li dijî siyasetên dewleta Tirk ên li dijî rêbertî, dewleta Tirk hiştî ku birayên rêber Ocalan, Mehemet Ocalan bi rêya telefonê bi 3 deqeyan biaxive, lê dema rêbertî siyasetên dewleta Tirk rexne kirin, peywendî hate qutkirin."

Qenber da zanîn ku dewletên ku beşdarî komployê bûne, ew bi xwe piştevaniya AKP’ê di tecrîda derqanûnî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de dikin û hîna jî dadgeha ewropî têkildarî sûcên dewleta Tirk bê deng e.

Qenber di dawiya axaftina xwe got heta bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dê berxwedan û çalakiyên xwe berdewam bikin.

Li aliyekî din jî şêniya bi navê Şerîvan Mihemed bang li rêxistinên têkildarî mafên mirovan û CPT kir ku bi erkên xwe yên rakirina tecrîda li dijî rêber Ocalan rabin.

Têkildarî armancên dewleta Tirk ji ferzkirina tecrîdê, Şerîvan Mihemed wiha got: "Dewleta Tirk bi zanabûn tecrîdê li dijî rêber Ocalan ferz dike, da ku perspektîfên rêber negihînin gel. Ji ber ku dewleta Tirk perspektîfên rêbertî li ser siyasetên xwe xetere dibîne."

Şerîvan Mihemed diyar kir ku gelê azadîxwaz dê heta rakirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bi berpirsiyariya xwe rabin.

Şêniya bi navê Dêrsim Seydo diyar kir ku tu qanûn tune ne ku qedexe bike ku parêzer û malbat bi rêber Ocalan re hevdîtin bikin û wiha domand:" Em bang li rêxistinên pêywendîdar dikin ku siyasetên bêserûber ên ku dewleta Tirk li dijî rêbertî bi kar tîne, bi dawî bikin. Ji ber ku mafên rêbertî heye ku bi parêzerên xwe re bicive û rewşa wî were zelalkirin."

Dêrsim Seydo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk hişt ku birayê rêbertî, Mehemet Ocalan pê re bi telefonê biaxive, lê tenê 3 deqe bûn û qut bû. Armanc jê jî ew e ku peyama rêbertî negihîne gel, lê dê gel bi israra xwe siyasetên dewleta Tirk têk bibe."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/izr3tJSwSxs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>