ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-03-2021
30 adar, 2021   23:00

-Di çarçoveya çalakiyên 4'ê Nîsanê, rojbûna rêber Abdullah Ocalan de, li navçeyên kantona Qamişloyê semîner têne dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Helebê siyasetên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, armanca dewleta Tirk ji van siyasetan gel dûrî rêbertî bike. Her wiha gotin, ew ê têkoşînê bidomînin heta tecrîd bi dawî bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Tirbespiyê destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya peywendiya tefonê ya bi rêber Ocalan re pêk hatî, hewl dide hêrsa gel kêm bike û doza rêber Ocalan ji naveroka wê ya neteweyî derxe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê merasîmê bîranîna şehîdên meha Adarê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî li dar dixe, saset 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Dibistanan a Dirbêsiyê bi hevkariya Kongreya Star bi boneya 4'ê Nîsanê meşeke xwendekaran li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Êzidiyên Rojava destnîşan kir ku plana nû ya dagirkirina Şengalê planeke navneteweyî ye û gotin: "Mafê Êzidiyan biryara çarenûsa xwe bidin, em bi PDK û hikumeta Iraqê nema bawer dikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Çalakiya konvedanê ya Rêveberiya Jinan a Reqayê ya ji bo eşkerekirina rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a Kobanê bi boneya 4'ê Nîsanê rêzeçalakiyan li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayika Çîçek Kobanê got, desthilata Tirk nehişt ku keça wî pê re bi telefonê biaxive û  bang li hiqûqnas, parêzer û rêxistinên têkildar kir ku destwerdanê bikin û zêdegaviyên dewleta Tirk rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîsgeha Jinan a MSD'ê li ser têkoşîna jinên Sûriyê semînerekê li hola Meclisa Jinan a Sûriyê ya li Reqayê didin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOYSA

- Di hefteya borî de dezghên çapemeniyê bi şopandina peyamên aramiyê yên ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve yên têkildarî gelek dosyayên li herêmê bi taybet têkiliya bi Misirê re mijûl bûn, ew yek piştî çend salan ji nakokiyan û hewldana Tirkiyê ya berfihrekirin û serweriyê ve pêk hat. Çi hate guhertin, gelo dewleta Tirk dev ji projeya xwe li herêmê berda? (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol li ser dika şanoyê ya navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo didome, saet 16:00'an.

CIWAN

- Di çarçoveya Turnuveya futbolê ya bi navê Şehîdên Serhildana Qamişlo de, tîmên serkeftî li Stada Şehîdên 12'ê Adar dilîzin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Careke din dewleta Tirk a dagirker sûcan pêk tîne û ava çemê Firatê kêm kir û li şûna 500 metrekab di çirkeyê de gihaşt 200 metrekab di çirkeyê de. Bi wê re bandoreke neyênî li rewşa şêniyan kir, bi taybet cotkarên li herêmê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şoreşa 19’ê Tîrmehê rihê cejna Akitu ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû kir. Berpirsê Komeleya Çandê ya Suryanî ya Sûriyê got, yê ku mîras û çanda herêmê ji têkçûnê parastiye û ji nû ve vejandiye, têgeha neteweya demokratîk e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bijîşkê beşê nexweşiyên sîngê Dr. Seed Hiso bana girtina tedîbêrên xweparastina ji vîrusa koronayê kir ku di dema dawî de hejmara pêketiyên wê zêde bûn. Şêniyan jî diyar kirin ku nepêkanîna tedbîrên xweparastinê sedema sereke ya zêdebûna hejmara pêketiyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê banga destekdayîna firneyên kevirî kir, ku ard li ser hatine qutkirin. Xwediyên firnan destnîşan kirin ku qutkirina destekdayînê bû sedema aloziya nan. Gerînendeya firnan jî got ev mijar tê lêkolînkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA