​​​​​​​‘Telefon têrê nake, divê parêzerên rêber Ocalan pê re rûnin’

Şêniyên navçeya Tirbespiyê destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya peywendiya tefonê ya bi rêber Ocalan re pêk hatî, hewl dide hêrsa gel kêm bike û doza rêber Ocalan ji naveroka wê ya neteweyî derxe.

​​​​​​​‘Telefon têrê nake, divê parêzerên rêber Ocalan pê re rûnin’
31 adar, 2021   03:09
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

Peywendiya telefonê bi rêber Abdullah Ocalan re di 26'ê Adarê de pêk hat. Lê belê telefonê tenê çend deqeyan dewam kir û piştre hate birîn. Vê yekê gelê kurd ê bi fikrê rêber Abdullah Ocalan bawer e, bi hêrs kir.

Bertekên gel ên ji bo eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan û redkirina rêbazên dewleta Tirk ên xapandinê ku herî daîn bi rêya peywendiya telefonê ya kurt bi Mehmet Ocalan re pêk hat, didomin. Şêniyên navçeya Tirbespiyê ev yek wekî fîlebaziyek dewleta Tirk ji bo kêmkirina hêrsa gel û derxistina armanca gel a rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan ji wateya wê, hesibandin.

Mihemed Zekî Misto destnîşan kir ku “çalakiyên ku vê dawiyê li seranserî cîhanê pêk hatine, dewleta Tirk kir bin zexta gel. Ji ber vê yekê dewleta Tirk bi rêya peywendiya telefonê ya kurt hewl da hêrsa gel li hemberî rewşa tenduristî ya rêber Ocalan kê bike. Lê belê dê nikaribe vi vê peywendiyê gelê Kurdistanê bixapîne.”

Her wiha Zekî diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide ku doza rêber Ocalan ji naveroka wê neteweyî derxe û bike naverokek malbatî. Lê dewleta Tirk baş dizane ku rêber Abdullah Ocalan pêşeroja gel kurd temsîl dike.

Mistefa Xelef jî diyar kir ku daxwazên gelê kurd diyar e ew jî azadkirina rêber Abdullah Ocalan e û got: “Gelê Kurd wê peywendiya telefonê qebûl nake, divê parêzerên rêber Ocalan bi rêbertî re hevdîtinê pêk bînin û nêrînên rêber Ocalan bigihînin gel. Dewleta Tirk hewl dide gel bixapîne.”

Girêdayî heman mijarê, Hac Xerbî peywendiya bi rêber Ocalan re wekî derziyeke anesteziyê ji bo gel bi nav kir û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin. Her wiha bang li gelê kurd kir ku berxwedanê bilind bikin û çalakiyên xwe bidomînin da ku zextê li hikumeta Tirkiyê bikin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eR4x1EpedBA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>