Rêjîma Îranê 15 sal cezaya girtîgehê li siyasetmedarê Kurd birî

Girtiyê siyasî yê Kurd ku beriya 2 salan ji aliyê rêjîma Îranê ve hatibû destgîrkirin, bi behaneya ku endamê PJAK`ê ye, 15 sal ceza lê hate birîn.

Rêjîma Îranê 15 sal cezaya girtîgehê li siyasetmedarê Kurd birî
30 adar, 2021   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li bajarê Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê Hisên Kemanger di 7’ê Gulana 2019’an de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû  destgîrkirin. Ji wê rojê ve Kemanger di bin çavan de bû û piştî 2 salan 15 sal ceza lê hate birîn.

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, parêzer û malbata girtiyê siyasî yê Kurd Hisên Kemanger, di 27’ê Adara 2021’an de serdana şaxa yekê ya Dadgeha Şoreş ya rejîma Îranê kirine. Endamên dadgehê ji malbat û parêzeran re gotin; “15 sal ceza li Hisên Kemanger hatiye birîn.”

Li gorî heman çavkaniyê Hisên Kemanger bi behaneya dijbertiya xuda kiriye û endamê Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) ye, 15 sal ceza lê hatiye birîn.