Di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de belgeyên 11 hezar kes hatin nûkirin

Operasyona ewlehiyê li Kampa Holê dewam dike. Di çarçoveya operasyonê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi rêya testa ‘DNA’ belgeyên şêniyên kampê nû dike.

Di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de belgeyên 11 hezar kes hatin nûkirin
30 adar, 2021   12:49
HESEKÊ-EHMED MIHEMED

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Kampa Holê ji bo paqijkirina çeteyên DAIŞ`ê û şaneyên wê li kampê daye destpêkirin, di roja 3`yemîn de didome. 

Hêzên ewlekariyê li kêlek operasyonên ewlehiyê, hewl dide belgeyên şêniyên kampê nû bike. “Hêzên Ewlekariyê-Jin” ên ku tev li operasyonê bûne bi rêya çêkirina testên tenduristiyê û tedbîrên ewlehiyê yên nû yên bi rêya cîhazên pêşketî, belgeyên koçber û penaberan nû dikin.

Der barê tedbîr û hewldanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê Hilat Mihemed ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku operasyona wan li kampê di roja 3`yemîn de dewam dike.

Hilat wiha got: “Li kêlek operasyonên ewlehiyê, em niştecihên kampê dijmêrin. Ji ber ku vê dawiyê gelek kes ji kampê derketin. Em armanc dikin ku belgeyên niştecihên kampê li cem aliyên ewlehiyê û rêveberiya kampê nû bikin û nasname û welatên wan nas bikin. »

Hilat destnîşan kir ku serjimarî û nûkirina belgeyên niştecihên kampê, bi rêbazên pêşketî pêk tê û wiha lê zêde kir: “Em belgeya her kesekî bi awayekî devkî, çavan, mohrên her deh tiliyên destan û testa ‘DNA’ digirin û piştre nû dikin.”

Hilat bal kişand ser xebatên qeydkirinê bi rêbazên nû û got: “Ji ber ku Jinên DAIŞ`î û niştecihên kampê agahiyên rast der barê nasnameyên xwe de nadin û navên din bi kar tînin û navên welatên xwe nabêjin. Ji ber wê yekê aliyên ewlehiyê cîhazên testa ‘DNA’ peyda kir.”

Hilat da zanîn ku ew yek dê di pêşerojê de alîkariya wan bike ku em nasnameyên niştecihên kampê û hejmara wan nas bikin, dewletên wan der barê hejmara wan de agahdar bikin û bi wê yekê dê derxistina beşan ji kampê di demên pêş de hêsantir bibe.

Heta niha belgeyên 11 hezar mêr, jin û zarokên jor 15 saliyê re yên li kampê, hatine nûkirin. Ji bo zarokên kêmî 15 saliyê jî dê agahiyên girêdayî wan ji malbatên wan bên girtin.

 (şx)

ANHA