​​​​​​​Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan semîner hatin dayîn  

Kongreya Star got, rêber Abdullah Ocalan bi têkoşîna ji bo pêkanîna azadî, demokrasî û mirovahiyê dîrokeke ronî ji mirovahiyê re ava kir.

​​​​​​​Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan semîner hatin dayîn  
30 adar, 2021   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Star li navçeyên kantona Qamişlo bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan rêzesemîner organize kirin. Her wiha navenda Çand û Hunerê a navçeya Til Temir û KPC-Demokratîk a Helebê du şahiyên cûda ji zarokan re li dar xistin.

DÊRIK

Kongreya Star bi dirûşma "Rojbûna we barbanga azadiya gelan e" semînerek li naveda Dicle ya Çand û Hunerê a navçeya Dêrikê da.

Di semînerê de sînevizyon der barê jiyana rêber Abdullah Ocalan, ji zaroktî, qonaxên xwendinê û heta têkoşîn û avakirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê de hate pêşandan.

Paşê Endama Navenda Jineolojî ya navçeya Dêrikê Gulistan Osman axivî û got: "Rêbertî jiyana xwe bi têkoşîn û berxwedanê dest pê kir. Ji xaka pîroz dest pê kir. Rêbertî ji gelê Kurd û hemû azadîxwazan re diyariyek e."

Gulistan Osman diyar kir ku bi milyonan gelên cuda li ser fikirên wî dimeşin, ji ber ku rêbertî ji destpêka jiyana xwe ve parastina gelan kir û ji bo xizmeta tevahî gelan têdikoşe.

ÇILAXA

bi dehan şêniyên navçeya Çilaxa li qada navenda çandê ya herêma Înaş kom bûn.

Semîner ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a navçeya Çilaxa Emanî Hesen ve hate dayîn. Emanî rojbûna rêber Abdullah Ocalan weke rojbûna mirovahiyê bi nav kir û got:"Rêber Ocalan ji zarokatiya xwe ve xwedî kesayetek mirovî û ramanên wî banga demokrasiyê dike."

Emanî got, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ramanên rêber Abdullah Ocalan ji xwe re bingeh ku bi saya wî jin ji zihniyeta desthilatdar rizgar bûne. Her wiha destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin heta ku rêbertî azad bikin û bi wî re rojbûna wî pîroz bikin.

Di dawiya semînerê de, sînevîzyonek derbarê jiyana rêber Abdullah Ocalan de hat pêşandan.

GIRKÊ LEGÊ

Li bajarokê Rimêlanê jî bi beşdarbûna bi dehan şêniyan semînerek hate dayîn. Semîner ji aliyê endama Kongreya Star a navçeya Girkê Legê Fatima Ehmed ve li navenda Sendîqeya Kedkaran hate dayîn.

Fatima li ser jiyan û têkoşîna rêbertî axivî û got: "Rêber Ocalan bi berxwedan û têkoşîna xwe ya ji bo pêkanîna azadî, demokrasî û mirovahiyê dîrokek ji mirovahiyê re ava kir û her tim felsefeya neteweya demokratîk ji bo jiyanek hevpar û biratiya gelan di nav pêkhateyan de, nîşanî me dike. Ji ber vê divê em bi qasî berpirsiyariya ku rêber Ocalan da ye ser milê me bin."

TIL TEMIR

Bi boneya Newrozê û rojbûna rêber Abdullah Ocalan li Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Temir şahiyek ji zarokan re hate lidarxistin.

Bi dehan zarok beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de agirê Newrozê ji aliyê zarokan ve hate pêxistin. Endamê Koma Xabûr Yezen El-Ehmed axivî û Newroz û rojbûna rêbertî li zarokan pîroz kir.

Paşê stran ji aliyê Koma Birûsk, Beraim El-Xabûr û Koma Kulîlkên Kurdistanê hatin pêşandan.

Ji rêveberên Navenda Çand û Hunerê Ciwan Dawud wiha got: "Til Temir li ser eniyên şer e. Êrişên li ser herêmê didomin. Metirsiyê di nava zarokên navçeyê de çêdike. Ji ber wê jî me xwest dilên zarokên xwe xweş bikin."

HELEB

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) bi hevkariya Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê şahiyak ji xwendekarên dibistana Şehîd Qehreman Efrîn re li dar xist.

Şahî bi amadebûna bi dehan xwendekar û mamosteyan li dibistanê hate li darxsitin.

Qada şahiyê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) hat xemilandin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji rêveberên dibistana Şehîd Qehreman Efrîn Şirîn Ehmed rojbûna rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelan û gelê Kurd bi taybet pîroz kir.

Şirîn wiha domand: "Em weke gelê Kurd di roja rojbûna rêber Ocalan de daran diçînin. Em hêvî dikin ku rojbûna îsal bibe rojbûna azadiya rêber Ocalan."

Piştre xwendekarê refa dehan a dibistana şehîd Qehreman Elîsar Şêxo bi boneya rojbûna rêberî nameyek ji rêber Ocalan re nivîsî. Di nameyê de slav ji rêber Ocalan re rê kir.

Her wiha xwendekaran strana kurdî " Rojbûna Te Pîroz Be Serokê Min" diyarî rêber Ocalan kirin. Piştre koma kulîlkên Efrînê a Tevgera Çand û Hunerê gelek stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

HESEKÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/o0MfzlMNwss" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi heman boneyê, Kongreya Star li kampa Waşûkanî semîner organize kir. Bi dehan koçberên li kampê û endamên saziyên sivîl di semînerê de amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Amûna Hemo axivî, rojbûna rêbertî li têkoşeran û malbatên şehîdan pîroz kir û got: "Rojbûna rêbertî rojbûna mirovahiyê ye, rêbertî li erdîngariyeke ku bi berhemên xwe yên binerd dewlemend e û bi dîroka xwe ya şaristanî mezin bû."

Amûn Hemo bal kişand ser mijara jin di fikir û felsefeya rêbertî de û wiha domand: "Ji zarokatiyê ve mijara jinan bala rêbertî kişand, bi taybet dema ku xwişka wî zewicî, ev yek gelek pirs û nakokî ji bo wî çêkirin."

Amûn diyar kir ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan rêya azadî û rûmetê ji jinan re xêz kir û got, ew jin dê têkoşîna xwe geş bikin heta ku projeya neteweya demokratîk were pêk anîn.

KOBANÊ

Li gundê Bender ê girêdayî navçeya Qenaya ya Kobanê bi boneya 4'ê Nîsanê roja rojbûna rêber Abdullah Ocalan civînek hate lidarxisti. Bi dehan şêniyên navçeyê tev li civînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Majîda Hesûn axivî û got: "Rojbûna rêbertî nêzîk bûye, divê em têkoşînê geştir bikin da ku tecrîda li ser wî bi dawî bikin."

Majîda Hesûn diyar kir ku tevî tecrîda li ser rêbertî lê hîna di girtîgehê de li ber xwe dide û hewl dide fikirên xwe yên nû bigihîne tevahî gelên herêmê û wiha domand: "Hebûna rêbertî hebûna me ye, bi saya fikir û felsefeya wî em gihaştine vê qonaxê, divê em têkoşînê xurttir bikin da ku rêbertî azad bikin."

Di dawiya civînê de sînevîzyoneke li ser jiyana rêbertî hate pêşandan.

ANHA