Meclisên kantona Qamişlo: Em bi gelê xwe yê Şengalê re ne

Meclisên kantona Qamişlo gefên li ser Şengalê şermezar kirin û bang li gelan kirin ku bikevin tevgerê û têkoşînê bilind bikin da ku peymanên li dijî îradeya xelkê Şengalê pêk tên, rawestînin.

Meclisên kantona Qamişlo: Em bi gelê xwe yê Şengalê re ne
30 adar, 2021   10:27
QAMIŞLO

Gefên li ser Şengalê dewam dikin, hikumeta Kazimî muhlet herî zêde heta 1`ê Nîsanê da asayîşa Şengalê da ku navendên xwe vala bikin. Civaka êzidî û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî wê yekê bertekên xwe nîşan da.

Têkildarî mijarê, Meclisên Navçeyên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîs daxuyaniyên cuda dan û siyasetên li dijî civaka êzidî şermezar kirin. Her wiha teqezî bi destekdayîna xelkê Şengalê kirin.

QAMIŞLO

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sLpEfNXmLgs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Bajarê Qamişlo li pêşiya avahiya xwe ya nêzî çerxerêya Sîvan daxuyaniyek da. Hevserokê Meclisa Gel a bajarê Qamişlo Hozan Mejdo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarên ku xizmeta berjewendiyên gelan û bi taybet xizmeta berjewendiyên gelê Şengalê nakin, red dikin.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriyê didin doza gelê Şengalê ji bo ku xwe û rêveberiya xwe ya sivîl biparêzin, da ku fermanên berê durbare nebin.”

TIRBESPIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wDHy2LOLG5c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Navçeya Tirbespiyê jî daxwaz kir ku komployên navneteweyî li dijî civaka Êzidî bên rawestandin û rêz li îradeya gelê Şengalê bê girtin.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Mihemed Hac Ferhan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê bang li gel hat kirin ku têkoşîna xwe bidomînin da ku hevpeymanên ku vîna gelê Şengalê hedef digirin bên rawestandin. Her wiha bang li NY`yî û civaka navneteweyî hate kirin ku destwerdanê bikin û hevpeymanên ku pêşeroja civaka Êzidî hedef digirin, rawestînin.

AMÛDÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bvN9AkPIk0g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Amûdê jî daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisa navçeyê Mihemed Ehmed Ezîz ve hate xwendin.

Meclisê di daxuyaniyê de got: “Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriyê didin birayên xwe li Şengalê, da ku tecrubeya xwe biparêzin. Em hemû komployên ku gel û ewlehiya Şengalê hedef digire, şermezar dikin.”

TIL HEMÎS

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bHLQdyZ29BI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di heman çarçoveyê de, li navçeya Til Hemîs daxuyanî ji hêla hevserokê meclisa navçeyê Xalid El-Nayf ve hate xwendin.

Meclisa Navçeya Til Hemîs, siyaseta hikumeta Iraqê û hevkarên wê weke hikumeta herêma kurdistanê û dewleta Tirk û hewldanên tunekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê, hate şermezarkirin.

Daxuyaniyê wiha dom kir: “Em li kêleka gelê xwe yê Şengalê ne. Em van siyasetan red dikin û em ê dev ji destkeftiyên ku bi xwîna şehîdên me hatine bidestxistin, bernedin.”

 (dx)

ANHA