Jinên ji Reqayê: Delweta Tirk ji nameyên Ocalan ditirse

Jinên Reqayê yên beşdarî konê çalakiyê bûne nerazîbûna xwe ji bêdeniya civaka navneteweyî ya li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan, nîşan dan û diyar kirin ku hikumeta Tirkiyê ji nameyên Ocalan ditirsin û ji ber wê nahêlin ku hevdîtin pêk bê.

Jinên ji Reqayê: Delweta Tirk ji nameyên Ocalan ditirse
30 adar, 2021   11:05
REQA-RÛBE EL-ELÎ

Piştî belavbûna agahiyên li ser nebaşbûna rewşa tendurisî ya rêber Abdullah Ocalan, tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û banga eşkerekirina rewşa rêber Ocalan kirin.

Têkildarî mijarê, Rêveberiya Jinan شa Reqayê bi dirûşma “Azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye”, li çerxerêya Saetê (çerxerêya El-Elem) çalakiya konvedanê orgenîze kir.

Jinên ku beşdarî çalakiyê bûne ji ANHA`yê re axivîn û nerazîbûnên xwe li hemberî bêdengiya dewlet û rêxistinên mirovî nîşan da.

Jina bi navê Şêrîn Qewas bêdengiya navneteweyî şermezar kir û got: “Axaftina rêbertî bi birayê xwe Mihemed Ocalan re têrê nake, divê hevdîtin bi parêzeran û malbatê re çêbe.”

Şêrîn di dewama axaftina xwe de ev pirs kir: “Rêbertî çi sûc kiriye heta ku dewleta Tirk ewqas siyasetên çewisandinê li dijî wî pêk bîne û hevdtînên parêzeran û malbatê qedexe bike?

Şêrîn wiha domand: “Rêbertî kesayetek bi bandor e. Fikr û têkoşîna wî bandor li tevahiya gelên cîhanê kir ku li dijî pergalên zordest derkevin. Divê hemû jin û şênî ji bo rêber Abdullah Ocalan serî hildin.”

`HEVDÎTIN MAFEKÎ REWA YE`

Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Meryem Îbrahîm der barê mijarê de wiha axivî: “Axaftina bi rêya telefonê têrê nekir ku em rewşa wî nas bikin. Her wiha nîşan dike ku dewleta Tirk naxwaze rewşa wî eşkere bibe.

Meryem wiha pê de çû: “Rêbertî xwedî taybetmendiyeke aştiyane û çareseriya demokratîk e. Dewleta Tirk herî zêde ji nameyên rêber Ocalan ditirse, bi taybetî yên têkildarî jinan. Ji lew re hevdîtinan qedexe dike.”

Meryem got hevdîtina mafekî rewa ye û bang li rêxistinên mirovî û welatên kir ku zextê li dewleta Tirk bike ji bo ku hevdtîin bi rêbertî re pêk werin.

Hale El-Mûsa jî destnîşan kir ku hikumeta Tirkiyê vi vê peywendya telefonê dixwaze komployeke din li dijî rêber Ocalan pêk bîne û got: “Em ê berxwedan, têkoşîn û serhildanê dewam bikin heta daxwaza me û serokê me azad nebe, em dê têkoşîn, berxwedana xwe mezin bikin, heta ku rêber Ocalan azad dibe.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vEl8jrw4n7M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>