Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê berdewam e

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku bi armanca paqijkirina Kampa Holê ji çeteyên DAIŞ`ê hatibû destpêkirin berdewam dike.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê berdewam e
30 adar, 2021   09:52
HESEKÊ

Operasyona ku bi navê Mirovî û Ewlehiyê hatibû destpêkirin di roja xwe ya sêyem de bi tevlîbûna 5 hezar endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ/YPG û QSD berdewam dike.

Di operasyonê de tîmên tenduristiyê jî ji ber rewşên muhtemel cihê xwe digirin. Di encama operasyonê de heya niha miqtarek gule, telefon, tablet, sindoqên çekên BKC ku di bin erdê de hatibûn veşartin, hatin desteserkirin. Her wiha gelek çete jî di encama operasyona îro de hatin girtin.

Operasyon di beşa duyemîn ya pênaberên Iraqî û Sûrî de berdewam dike. Tê payîn ku Hezên Ewlekariya Hundirîn di saetên pêş de di derbarê operasyona ku 3 roj e berdewam dike de agahiyên berfirehtir bi çapemenî û raya giştî re parve bike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_YCf9DJkHEs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>