Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê carek din serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê û hevdîtina bi rêbertî re, serî li dozgeriyê dan.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê carek din serlêdan kirin
30 adar, 2021   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Raziye Ozturk, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Îbrahîm Bîlmez, ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji 14'ê Adarê û vir ve malbat, parêzer û wasiyê Ocalan bi daxwaza "hevdîtina bi lezgînî" 10 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê dan. Her wiha 2 caran jî serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan.

Rêber Ocalan di 25'ê Adarê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî bû. Mehmet Ocalan ragihandibû ku telefon nîvco mabû û hatibû qutkirin. Rêbertî di vê axaftinê de nerazîbûn nîşan dabû û gotibû, "Dewlet şaşitiyê dike."

(cx)