Karwanekî din ê Koalîsyona Navneteweyî li Iraqê hat hedefgirtin

Di 24 saetên dawîn de li dijî hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Iraqê 3 êriş pêk hatin.

Karwanekî din ê Koalîsyona Navneteweyî li Iraqê hat hedefgirtin
30 adar, 2021   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Iraqê, li bajarê Nasriyê yê ser bi parêzgeha Zîqar ya başûrê Iraqê ve, di dema derbasbûna karwanekî Hêzên Koalîsyona Navnetewî de, teqînek çêbû. Sedema teqînê û ziyanên pêk hatine, nehate zanîn.

Hêjayî gotinê ye duh li nêzî parêzgeha Dîwaniyê bombebeyek bi karwanê leşkerî yê Koalîsyona Navneteweyî ve teqiyabû û di encamê de wesayîtek leşkerî şewitîbû.

Heman rojê li ser rêya Babilê jî karwanê leşkerî yê koalîsyonê bû armanc û ziyan gihîşt wesayîtên wan.

(cx)