Panaberên li kampa Holê: Ev du roj in em bi ewle ne

Operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kampa Holê ji aliyê koçberên li kampê ve bi keyfxweşî tê pêşwazîkirin. Nêrînên koçberan di derbarê operasyonê de ew e ku ev du roj in bi ewle dijîn.

Panaberên li kampa Holê: Ev du roj in em bi ewle ne
30 adar, 2021   08:45
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka QSD, YPG û YPJ`ê ji bo bêbandorkirina şaneyên DAIŞ`ê li kampa Holê bi navê ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ hemleyek dabû destpêkirin û di roja xwe ya sêyemîn de didome. Heya niha xebatên operasyonê li beşa penaberên ji Iraqê pêk hatine.

Di derbarê operasyonê de penbaberên Iraqê ku li beşa yekê dimînin û herî zêde bûyerên kuştinê di vê beşê de pêk dihatin, nêrînên xwe ji ANHA`yê re parve kirin.  

‘OPERASYON JI BO ME YE’

Penaber bi navê Cewahir Hemîd Meriş ku ji Mûsilê ye, ev 4 sal û nîv e li kampê dijî. Cewahir got vê operasyonê ji bo ewlehiya wan dest pê kiriye û wiha berdewam kir: “Ev hamle baş e. Em bang li hikumeta Iraqê jî dikin ku me ji vir derxe. Em dixwazin kamp vegere wekî berê, bûyerên kuştine êdî bi dawî bibin û ewlehiya me ya berê vegere. Ev operasyon ji bo ewlehiya me gelekî baş e.”

Penaberê bi navê Xelef Muslim Xeymat jî wiha axivî: “Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi destpêkirina operasyonê re ewlehiya me esas girtin. Bi saya wan ewlehiya me vegeriya. Berê rewşa me gelekî xirab bû, lê niha em dikarin bi rehetî rakevin. Kuştin gelek bû. Ev du roj in em bi ewle ne. Du roj in rewşa me gelekî baş bûye. Em spasiya wan dikin.”

‘EM DIXWAZIN OPERASYONÊN WIHA BERDEWAM BIKIN`

Îmam Mihemed jî anî ziman ku berê ew gelekî ditirsiyan, lê niha natirsin û got: “Nêzîkatiyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji me re gelekî baş bûn. Tu tiştê me xirab nekirin, tenê lêgerîn kirin. Ji bo ewlehiyê pêwîst e lêgerin bê kirin, ew jî erka wan e. Em dixwazin ev operasyon berdewam bikin û ewlehiya me wiha bidome.”

Fatma Cemîl ku Tirkmeneke ji Mûsilê ye, beriya 4 salan li kampê bi cih bûye. Fatmayê got: “Em ditirsiyan, rewşa kampê gelekî nebaş bû. Li vir gelek buyerên revandin û kuştinê pêk dihatin û em nizanin dê kengî tiştek bê serê me. Gefan li me dikin lê em nizanin ev kî ne. Ev operasyon ji bo me ye ku em di nav ewlehiyê de bijîn. Em ditirsin ku werin kuştin.”

Zarokên li kampê jî li ber kamereyên me axivîn ku û xwest di demeke nêzîk de vegerin warên xwe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/J_mBintgbJ8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>