Girtiyên di zîndana PDK`ê de, 41 roj in di greva birçîbûnê de ne

Pênc rojnamevan û çalakvanên Behdînanê ku Dadgeha Hewlêrê 6 sal cezaya girtîgehê li wan birî bû, 41 roj in di greva birçîbûnê de ne. Asayîşa PDK`ê nahêle ne malbat û ne jî parêzer serdana wan bikin.

Girtiyên di zîndana PDK`ê de, 41 roj in di greva birçîbûnê de ne
30 adar, 2021   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Ceza ya Hewlêrê 16'ê Sibatê 6 sal cezayê girtîgehê li 5 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê birî bû.

JI 17'Ê SIBATÊ VE DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Girtina Şêrwan Şêrwanî, Şivan Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa hem li Başûrê Kurdistanê hem jî li qada navneteweyî bûbû sedema nerazîbûneke mezin.

Girtiyan hem li dijî biryara hatiye girtin, hem jî li hemberî şert û mercên girtîgehê 17'ê Sibatê dest bi greva birçîbûnê kirin.

NAHÊLIN KU MALBAT Û PARÊZER WAN BIBÎNIN

Ji parêzerên girtiyên Behdînî Beşdar Hesen li ser rewşa girtiyan ji Rojnewsê re axivî.

Hesen anî ziman ku li gorî agahiyên li ber destê wan, rewşa tenduristiyê ya girtiyan ne baş e û greva birçîbûnê jî dewam dike.

Hesen diyar kir ku ji bo rewşa girtiyan hîn bibin serî li Asayîşê dan, lê ji bo hevdîtinê destûr nehate dayîn. Hesen ragihand ku ji 16'ê Sibatê ve tenê du caran bi rêya telefonê ji bo çend deqeyan bi girtiyan re axivîne.

Hesen têkildarî astengkirina hevdîtina wan bi muwekîlên wan re got, "Asayîş her carê behaneyê peyda dike û dibêje, kesê ku biryarê bide ne li ser kar e. Randevûyekê jî nadin."

Parêzeran diyar kirin, mafê qanûnî yê malbatan e ku li ser rewşa tenduristiyê ya zarokên xwe agahiyê werbigirin û karibin zarokên xwe bibînin, lê belê ev maf tê binpêkirin.

Li Başûrê Kurdistanê ji ber nedana mûçeyan a bi mehan, her wiha zêdebûna pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî di destpêka salê de bûbû sedema çalakiyên şermezarkirinê. Di dema çalakiyên şermezarkirinê de bi dehan kes hatibûn destgîrkirin.