Rûspiyê eşîra El-Hewes: Rûsya û dewleta Tirk herêmê birçî dikin

Rûspiyê eşîra El-Hewes got dewleta Tirk û Rûsya bi rêya girtina  dergehan û qutkirina ava Firatê, dixwazin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê birçî bike, her wiha gotin, eşîrên herêmê li hemberî van planan hişyar in û li kêleke QSD`ê disekinin.

Rûspiyê eşîra El-Hewes: Rûsya û dewleta Tirk herêmê birçî dikin
30 adar, 2021   07:40
REQA-EHMED EL-ESAF

Hefteya derbasbûyî hêzên hikumeta Şamê dergeha Tebqayê ya di navbera herêmên serweriya xwe û herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi temamî girt û desthilatên dewleta Tirk a dagirker jî ji Sibata derbasbûyî ve ava Firatê li ser Sûriyê qut kir.

Rûspiyê eşîra El-Hewes a li Reqayê Deham El-Şiblî ji ANHA'yê re axivî û da zanîn ku qutkirina ava Firatê û girtina dergehên di navbera herêmên hikumeta Şamê û yên Rêveberiya Xweser de, plankirî  ye û armanca wê jî birçîkirina gelê herêmê ye.

Deham El-Şiblî destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk û Rûsyayê pêk  tînin, li dijî gelê Sûriyê wekî sûcan e û dixwazin bi rêya vê yekê fitneyan di navbera Rêveberiya Xweser û gel de derxin, lê belê eşîrên herêmê li hemberî van kiryaran hişyar in.

El-Şiblî da zanîn ku Rûsya li herêmê ne garantoreke rastîn e, bi dewleta Tirk re peymanan îmze dike û erdê Sûriyê radestî artêşa Tirk a dagirker dike û got: "Dewleta Tirk a dagirker siyasetên tirkirinê li herêmê dimeşîne û herêmê tev li erda xwe dike, mînaka wê jî kiryarên ku li serê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîne ye."

Deham El-Şiblî ev xal li gotina xwe zêde kir: "Dema dewleta Tirk a dagirker ava Firatê qut kir ku li derdora wê bi sed hezaran malbat dijîn, garantorê rûsî tu helwest nîşan neda."

Têkildarî vekirina dergehên bi herêmên dewleta Tirk a dagirker re û girtina wan a bi herêmên Rêveberiya Xweser re El-Şiblî wiha got:"Zirarê digihîne aliyekî û sûdê digihîne aliyekî."

Deham El-Şiblî  destnîşan kir ew wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sûriyeke yekgirtî bi hemû pêkhate û neteweyên xwe dixwazin û got:" Armanc ji planên Rûsya û dewleta Tirk dagirkirin û parçekirina Sûriyê ye."

Di dawiyê de rûspiyê eşîra El-Hewes Deham El-Şiblî diyar kir ku eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê wê li hemberî planên her du dewletên navborî yên li dijî  herêmê hişyar in û ev eşîr piştgiriyê didin QSD`ê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kjY0JVn_KMI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>