​​​​​​​Rêveberiya Kampa Girê Spî çareseriyeke demkî ji pirsgirêka golê re dît

Ji ber xemsariya rêxistinên mirovî, Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî neçar ma ku çareseriyeke demkî ji pirsgirêka gola li kêleka kampê bibîne.

​​​​​​​Rêveberiya Kampa Girê Spî çareseriyeke demkî ji pirsgirêka golê re dît
29 adar, 2021   23:43
EYN ÎSA

Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî di demên berê de banga çareserkirina pirsgirêka gola li aliyê rojavayê kampê kiribû ku metirsî ji ber belavbûna nexweşiyan û bêhna xirab hene. Lê banga wan ji aliyê rêxistinên ku li kampê dixebitin ve bê bersiv maye.

Gol di 22`ê Mijdara 2019`an de bi awayekî bê serûber hatibû kolandin bêyî ku mijara ewlehiyê di ber çavan re were girtin. Gol bi dirêjahiya aliyê rojavayê kampê ye û firehbûna wê ji 3 heta 7 metreyan e.

Koçberên di kampê de gelek gazinc ji rêveberiya kampê re kirin ku pirsgirêka belavbûna bêhina ku ji golê çareser bikin. Ji ber wê jî rêveberî neçar ma ku çareseriyeke demkî bibîne ku ava golê dûrî kampê 500 metreyan bi başûr ve berde.

Têkildarî mijarê Hevserokê rêveberiya kampê Mihemed El-Şêx wiha got: "Ev çareserî awarte ye da ku bêhnên xirab kêm bike."

Mihemed El-Şêx wiha domand: "Em neçar man ku li gorî derfetên xwe xendeqan bikolin da ku avê golê bikevin van xendeqan, ji ber tu rêxistinên mirovî banga me ya çareserkirina vê pirsgirêkê bi cih neanî."

Mihemed El-Şêx di dawiyê de bang li rêxistinên ku xebatên kenalîzasyonê kampê digrin ser milê xwe kir ku bi lez stasyonekê ava bikin da ku ava kenalîzasyonan ber ve bişînin ji ber ku metirsî ji ber belavbûna nexweşî û bêhnên xirab hene.

Koçberên di kampê de ji ber hebûna ku ji golê ditirsin ku zarokên wan têde bifetisin. Ji ber di meha borî de zarokek ji koçberan li nêzî kampê fetisî.

(bx)

ANHA